Ji bo 4 kesî daxwaza girtinê 2025-05-02 18:45:24   STENBOL- Ji kesên ku ji bo biçin Taksîmê li Mecidiyekoy hatin gel hev û di êrîşa polîsan de hatin binçavkirin, 4 heb bi daxwaza girtinê sewqê dadgeriyê hatin kirin.   Duh bi dirûşmeya ‘Taksîm qada 1’ê Gulanê ye ji gel re nikare bê girtin’, bi sedan kes li Mecidiyekoy hatin gel hev û di êrîşa polîsan de herî kêm 400 kes hatin binçavkirin. Hevserokê giştî yê ESP’ê Murat Çepnî, Endamê PM ya Partiya ESP’ê Kerem Bukre, Endama lijneya rêveber a SKM’ê Serpîl Topal û nûnera sendîka mamoteyên sektora taybet Burcu Çira jî nav de 36 kes îro sewqê edliyeya Stenbol a Çaglayanê hat kirin.   Dozger bi daxwaza girtinê Ayşe Belîz Înce, Berkan Butun, Gîzem Ozdemîr û Hasan Huseyîn Yeşîlova sewqê dadgeriya ceza sulh kir. kesên din bin şerta kontrola edlî hatin berdan.