Li bajaram pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî: Divê Kurdî bibe zimanê fermî 2025-05-15 19:43:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Di pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî de banga xwedîderketina li ziman û bila ji Kurdî re statu bê nasîn hat kirin.   Cejna Zimanê Kurdî, li gelek bajaran bi çalakî, daxuyanî û bernameyên cuda hat pîrozkirin.   Riha    Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) yên Rihayê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî meş û daxuyanî pêk anîn. Girse li navçeya Halîliye li ber Novada Parqê kom bûn û heta Qada Topçu meşiyan. Dayikên Aştiyê, TJA, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tevli bûn. Ciwanan bê navber dirûşmeyên ‘bê ziman jiyan nabe’ berz kirin û bi stranên Kurdî meşiyan. Li qadê daxuyanî hat dayîn. Metna li ser navê platforma ked û demokrasiyê ya Rihayê hat amadekirin endamê OHD’ê Sedat Gun xwend. Sedat Gun got: “Em cejna zimanê Kurdî pîroz dikin û ji bo hemû zimanan têkoşîna xwe didomînin. Bila her kes bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne.” Osman Îzgor jî metna ku li ser navê Însiyatîfa Ziman a Kurd hatiye amadekirin xwend û got divê her kes xwedî li ziman derkeve û ji bo Kurdî statu bê nasîn.   Edene   Li Edenê DBP, TJA, HDK, DEM Parti, AKKAY-DER, AATUHAY-DER û Dayikên Aştiyê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parqa Înonu daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevseroka DEM Partî ya Edeneyê Helîn Kaya ve hat xwendin. Helîn Kaya balkişand ser girîngî û dîroka zimanê Kurdî û got divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.   Îdir   Li Îdirê jî rêxistinên DEM Partî û DBP’ê bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî  ji navenda bajar heta Abîdeya Musa Anter meş pêk anîn. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê DBP’a Îdirê Murat Yerlîkaya daxuyanî xwend û balkişand ser dîroka cejna zimanê Kurdî. Murat Yerlîkaya got xwedîderketina li ziman û çandê û pêşxistina wê peywira mirovahiyê ye.   Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘zimanê me hebûna me ye’ bidawî bû.   Sêwereg   Li Sêwregê jî rêxistinên DEM Partî û DBP’ê bi wesîleya rojê li Qada Kanlikuyu daxuyaniyek dan. Metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê hevseroka DBP’a navçeyê Mujde Kuçukkiliç ve hat xwendin.   Dîlok   ÎHD’a Dîlokê jî civînek çapemeniyê li avahiya komeleyê li darxist. Gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Metna Kurdî hevserokê ÎHD’a Dîlokê Bahrî Oguz xwend ya Tirkî jî rêvebera şaxê Atiye Okay xwend.   Meletî    Li Meletiyê jî rêxistina DEM Partiyê li qada konteynirê ya wek qada partiyê tê bikaranîn daxuyaniyek da.  Daxuyanî ji aliyê rêveberê DEM Partiyê Mahmut Uzun ve hat xwendin.   Amed   Li Amedê jî Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyanyê de balkişandin ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser Kurdî  û banga xwedî derketina li ziman hat kirin.