Wê konferansa parlamenterên jinên kurd pêk were 2025-05-25 11:11:48   Şehriban Aslan    AMED - Halide Turkoglu derbarê Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de ku dê di 28-29'ê Gulanê de wê li Amedê were lidarxistin got, "Armanca me ew e ku li ser bingehek parlamenteriyê yekîtiyek jinên Kurd ava bikin."   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd dê di 28-29'ê Gulanê de li Amedê were lidarxistin. Konferansa ku dê ji çar beşên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û gelek deverên Ewropayê parlamenterên jin ên Kurd beşdar bibin, dê ezmûnên têkoşîna jinan û destkeftiyên ku di encamê de bi dest xistine parve bike. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halide Turkoglu, diyar kir ku demek dirêj e armanca wan konferansek wiha ye û derbarê konferansê de agahî da.   'Ezmûnên li parlementoyê dê werin parvekirin'   Halide Turkoglu, diyar kir ku ew ê di 28-29'ê Gulanê de li Amedê Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd li dar bixin, li ser girîngiya konferansê rawestiya. Halide Turkoglu got, "Berî her tiştî, karên ku jinên Kurd bi salan e di warê siyasetê de dikin hene. Jin dê cara yekem li ser zemîna parlamentoyê werin cem hev. Parlamenterên jinên Kurd ên ji çar perçeyên Kurdistanê, Ewropa û Dîasporayê dê werin cem hev. Berê jî di warê rêveberiyên herêmî de civîn çêbûne. Dema ku em pêşketinên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê dinirxînin, em dibînin ku ev konferans çiqas pêvajoyeke krîtîk e. Amadekariyên vê konferansê demek dirêj e didomin. Ezmûnên parlamenterên jinên Kurd dê bingeha vê konferansê bin. Di heman demê de, rêxistina ku ji hêla tevgera jinan ve di têkoşîna azadiya Kurd de hatiye avakirin çawa di parlamentoyê de tê xuyakirin, ew çawa bandorê li siyaseta demokratîk dike, nemaze li Tirkiyeyê, parlamenterên jinên Kurd li Ewropa, çar perçeyên Kurdistanê û deverên din ezmûn û zehmetiyan dijîn? Di zîhniyeta serdest a mêr de çi rê û rêbaz têne ceribandin dê werin parvekirin."   'Yekîtiyeke jinên Kurd'   Halide Turkoglu da zanîn wê konferans du rojan dewam bike û axaftina xwe wiha domand: "Li Başûrê ji demên berê heta niha zemîneke parlementoyê ya pir cidî heye. Jinan çawa di partiyên xwe yên siyasî de guhertin çêkirin? Ew çawa li ser zemîna parlementoyê li dijî serdestiya mêran şer dikin? Bi taybetî hin bandorên Îslama siyasî hene. Ji qanûna zewacê ya ku heta temenê 9 salî hat daxistin bigire heta komkujiyên jinan a li Iraqê, têkoşîna li dijî vê divê çawa be, xeta têkoşîna hevpar çawa divê were xêzkirin? Ev mijarên sereke yên konferansê ne. Ji bo me girîng e ji ber ku cara yekem e, jin vê ezmûnê li ser zemînekê parve dikin, lê ne tenê ezmûna xwe parve dikin, di heman demê de em dikarin bi hev re çi polîtîkayan pêk bînin. Armanca me ew e ku li ser zemîna parlementoyê yekîtiyeke jinên Kurd ava bikin."   'Pêvajoyek pir dîrokî ye'   Halide Turkoglu bi lêv kir ku ew ji pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û wiha bi dawî kir:"Her wiha, jinên Kurd bi salan e dixwazin vê civînê li qada parlementoyê li dar bixin. Lêbelê, ji bo me pir dîrokî ye ku em vê yekê, nemaze di vê serdemê de, organîze bikin û her wiha bi banga Aştî û Civaka Demokratîk re hevdem bin. Îro, bi banga demokratîk a Birêz Ocalan, konferans ji bo parlementerên jinên Kurd, hem ji hêla beşdarbûnê ve û hem jî di nav vê pêvajoya dîrokî de, pir dîrokî ye.”