'Mafê hêviyê nakeve rojevê' 2025-06-04 09:04:29   Memîhan Hilbîn Zeydan   WAN - Yek ji parêzerên şaxa OHD’a Wanê Mehtap Işik der barê pêvajoya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û biryara feshkirina PKK’ê de axivî û got: “PKK’ê biryara feshkirinê dabe muxatab jî niha dewlete. Divê dewlet êdî gava şênber bavêje.”   Bi banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27’ê Sibatê de dabû pêvajoyek nû dest pê kir. Piştî vê PKK’ê 1’ê Adarê de agirbest îlan kir û 5-7’ê Gulanê de 12’yemîn kongreya xwe pêk anî û biryara feshkirinê da. Lê  hîna desthilatdariyê gavek şênber navêtiye.   Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Mehtap Işik  der barê mijarê de axivî.   ‘Divê gelê Kurd di aştiyeke bi rumet de bijî’   Mehtap Işik da zanîn ku banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ girîng e û got: “Bi bangê re  geşedanên pêk hatin di alî me de erênî hatin pêşwazîkirin. Ji ber êdî gel şer naxwazin, mirinan naxwazin û divê Gelê Kurd di jiyaneka aştiyane ya bi rumet de bijîn. PKK’ê piştî kongreya xwe biryara fehskirinê da. bi qasî me ji çapemeniyê şopand, di encama nîqaşên demdirêj de ev biryar hatiye girtin. Ev biryara feshê hema wisa nehatiye dayîn. Me ji çapemeniyê şopand. Biryara feshê di esasa aştiyeke bi rumet de hatiye dayîn. Bêguman muxatab dewlete. Divê dewlet jî li hember biryara feshê gavan bêje.”   ‘Me ji dewletê gavên şênber nedît’   Mehta Işik destnîşan kir ku hîna destpêka pêvajoyê ye û divê pêvajo ji rayagiştî re vekirî bê meşandin û wiha domand: “Ji hinek aliyan em hinek tiştan dibihîzin. Lê hîna gaveke şênber nehatiye avêtin. PKK’ê bi biryara feshê gavek şênber avêt. Lê hîna dewletê li hember vê gaveke şênber navêtiye. Girtiyên nexweş, girtiyênsiyasî, naskirina mafê zimanê dayikê, gavên di esasa welatîbûna wekhev de hatine avêtin. Hîna der barê vê de titşek tuneye. Ev jî me hiqûqnasan hinek dikeve fikaran.”   ‘Divê qanûna înfazê bê sererastkirin’   Mehtap Işik di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Divê sererastkirinên qanûnî yên di destura bingehîn de bên kirin. Der barê ku wê sererastkirinên çawa bên kirin de fikarên me yên cidî hene. Ji bo bawerî neşkê divê gavên şênber bên avêtin. Divê ewil girtiyên nexweş bên berdan. Em dizanin demên berê de ATK’ê ji bo girtiyên nexweş raporên dikare girtî bimînin dan. Ev jî li gorî qanûna înfazê kir. Ji ber vê divê ATK van raporan bid eku tahlye pêk bên. Divê qanûna înfazê bê sererastkirin.Li Kurdan girtiyên Kurd û muxalîf hiqûqek cuda pêk anîn. Divê ev hiqûq ji holê rabe. Ger em behsa welatîbûna wekhev bikin divê em van qanûnan hemûyan ji nîqaş re vebikin. Divê hiqûqa wekhev pêk bê.”           Daxwaza welatîbûna wekhev   Meheta Işik der barê têgeha peyaman Kurd-Tirk de jî wiha got: “Em di esasa wekheviyê de, dixwazin hiqûqa wekhev pêk bê û peyamenek wekheviyê pêk bê. Îro qeyûm tayînê Wanê dibe lê tayînê Îzmîrê nabe.Divê peymaneke di esasa jiyaneke wekhev de pêk bê. Divê hemû mafên destura bingehîn wekhevin. Divê ziman^ekurdî bibe zimanê fermî. Divê astengiyên li pêş ziman bên rakirin. Divê girtiyên siyasî yên Kurd, rojnameger, siyasetmedar bên berdan.Dviê her netew bi reng, ziman , nasname û baewriya xwe hebe. Divê ev rastî bê qebûlkirin. Her wiha divê mafê hêviyê jî bê dayîn.”