ROJEVA 8’Ê HEZÎRANA 2025’AN 2025-06-08 09:00:00     *Di temenê zarokatiyê de xebitandin bi krîz, koçberî, newekheviyê her diçe giran dibe. Li Tirkiye û Kurdistanê xebitandina zarokan di 12’ê hezîranê de dîsa dibe rojev. Lê polîtîkayên dewletê li şûna çareseriyê dibe parçeyek pirsgirêkê.   * Krîza aborî bandor li ser cil û bergên gelerî yên Kurd jî kirin. Li Wanê Mehtap Tugan ya ku dirûnvaniyê dike diyar dike ku welatî êdî li şûna girtinê fîstanan kirê dikin.DÎMEN HEYE   * Li Çewlîgê ku bi muhafazakariya xwe dihat zanîn, Suna Sari yekemîn jina ji bo Meclîsa Giştî ya Bajar hat hilbijartinê. Suna Sari da zanîn ku li her cihê ku jin heye edalet û merhemet heye û riya nûneriya jinan a di siyasetê de vekir. DÎMEN HEYE * Parêzer Berîtan Tasman da zanîn ku pêkanîn û îşkenceyên li girtîgehan zêde bûne û got: “Ji ber nebûna mafê hêviyê îşkence heye. Li dijî dijhiqûqiyên li girtîgehan divê her kes xwe berpirs bibîne.” DÎMEN HEYE