Li Îran û Rojhilat tundiya nava malbatê zêde bûye 2025-06-08 12:56:51     NAVENDA NÛÇEYAN- Daîreya Karên Jinê ya Îranê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê rêjeya tundiya li nava malê ya li hemberî jinê zêde bûye.   Li gorî medya Îranê Alîkara Daîreya Karên Jinê Zehra Behrûz ragihand ku rêjeya tundiya li nava malê ya li hemberî jinê bi asta ji sedî 30 zêde bûye.   Zehra Behrûz diyar kir ku divê ev mijar bê lêkolîn û beriya ku felaketên nû rû bide, ev rêveçûna metirsîdar a li nava civakê bi rengekî cidî bê nirxandin.   Ji ber ku lêkolîneke cidî ya têkildarî tundiya li hemberî jinê nîne, tê texmînkirin ku asta tundiyê hîn zêde ye.   Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê meha Gulanê li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 10 jin hatin qetilkirin. Hate ragihandin ku heman mehê 9 jin neçarî xwekuştinê hatin hiştin.   Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê sala 2024'an herî kêm 158 jin hatin qetilkirin, 16 hezar û 567 jin jî bûn mexdûrê tundiya li nava malê.