Di pêvajoya aştiyê de qirkirina ekolojiyê didome 2025-06-13 09:05:33   Rozerîn Gultekîn   STENBOL - Endama Kolektîfa Ekolojiyê ya Polen Derya Sever da zanîn ku ji bo qirkirina ekolojiyê bidawî bibe û avakirina civakek ekolojîk divê berpirsyariya pêvajoya aştiyê bê cih û wiha got: “Aştiya xwezayê divê bi pêşengiya jinan pêk bê. Bêyî aştiya ekolojiyê û zayendê ji bo gelan jî aştî ne pêkane. Pergal neguhere wê hilweşîna ekolojîk bidome. Divê têkoşîna hevpar a ekolojîk bê hûnandin.”   Li dijî qirkirina ekolojiyê û avakirina civakek ekolojîk bi salane bi pêşengiya ekolojîstan têkoşîn didome. Endama Kolektîfa Ekolojiyê ya Polen Derya Sever, der barê aştiya di qada ekolojîk de pêk bê axivî.   ‘Şer pir aliye’   Derya Seven da zanîn ku hilweşîna ekolojîk, binpêkirina kedê û zayendpersetî girêdayî hevin û hilweşîna ekolojîk ji bo şer alavek e. Derya Sever wiha got: “Şer xweza û jiyana ekolojîk wek stratejî bi kar tîne. Heta ku binpêkirina kedê, pergala kapîtalîst bi dawî nebe wê pêvajoya aştiyê jî temam nebe. Hat gotin ku li gel ku ji petrola ji Kurdistanê hatiye derxistin bi trîlyonan dolar kar hatiye kirin jî barê xizaniya heyî li jin, zarok û gel tê birîn. Heta ev bê edaletî bi dawî nebe, pevçûn jî bi dawî nabin.  Divê tevgera jinan û a azadiya Kurd û ekolojîk bi hev re têbikoşin. Şer pir aliye.”   Ji pêvajoya aştiyê heta niha 23 proje   Derya Sever di berdewamiyê de wiha got: “Serokomar di rojên borî de îfadeyên wekê wê li Kurdsitanê  petrol bê derxistin û herêm ji turîzmê re bê vekirin bikaranîn. Di bin navê ewlehiyê de qirkirina ekolojiyê wê bidome. Divê em pêvajoya aştiyê de şertên ekolojîk pêk bînin. Ji meha çile de heta niha 23 projeyê petrol û gaza xwezayî li Amed, Şirnex û Sêrtê hatin destpêkirin.Ev proje piranî bêyî ÇED’ê didomin.”   ‘Ji bo aştiyê têkoşîna hevpar a ekolojîk’   Derya Sever di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Aştiya xwezayê divê bi pêşengiya jinan pêk bê. Bêyî aştiya ekolojiyê û zayendê ji bo gelan jî aştî ne pêkane. Pergal neguhere wê hilweşîna ekolojîk bidome. Divê têkoşîna hevpar a ekolojîk bê hûnandin.”