Li Şarbajêr şewat 2025-06-24 18:36:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê ragihand ku ji ber sedemek nediyar agir bi sînorê Şarbajêr ketiye û di encamê de 500 donum erazî şewitiye.   Rêveberiya Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li sînorê Şarbajêr ya ser bi Silêmaniyê, agir bi derdora gundê Girde Zibêr û Dêgel ketiye.   Hate gotin ku ji ber şewatê, 500 donum erazî bi darên xwezayî ve şewitiye. Li gorî daxuyaniyê sedema şewatê nediyare û lêkolîn hatiye destpêkirin.