Doza Ayşe Surucu hat taloqkirin 2025-06-26 15:15:18     ENQERE - Rûniştina doza Hevseroka Bajarê Rihayê ya DEM Partiyê û Parlamentera HDP'ê ya serdema 27'an Ayşe Surucu ji ber nebûna nêrîna dozgeriyê ji bo 15'ê Cotmehê hate paşxistin.   6'emîn rûniştina doza Hevseroka Bajarê Rihayê ya DEM Partiyê û Parlamentera HDP'ê ya serdema 27'an Ayşe Surucu ya ku ji ber tohmetên "endambûna rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" tê darizandin, li 17'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin.   Bi hinceta ku raya dozgerê giştî tune ye, danişîn ji bo 15'ê Cotmehê hat paşxistin û serlêdanên parêzeran ên ji bo rakirina qedexeya derketina derve û tedbîrên kontrola edlî yên li ser Ayşe Surucu hatine sepandin jî hatin redkirin.