Ji bo rojnamevan Zeynep Durgut ku gef lê hatiye xwarin bang 2025-06-27 19:21:33   NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bang li rayedaran kir ku berpirsiyariya gefên li Zeynep Durgut, rojnamevana ku "Çeteya Fihûşê" li Şirnexê eşkere kir, bigirin ser xwe.   Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) derbarê gefên li nûçegîhana  Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgu  ku "Çeteya Fihûşê" li Şirnexê eşkere kir û ji aliyê malbata Tatar ve hat tehdîtkirin, daxuyaniyek da.   Daxuyaniya Ozgür Ogret, nûnera Tirkiyeyê, di posta li ser hesabê platforma medyaya dîjîtal X a CPJ de cih girt. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin: "Komîteya Parastina Rojnamevanan bang li rayedarên Tirkiyeyê dike ku her tiştê pêwîst bikin da ku ewlehiya Zeynep Durgut, nûçegihana Ajansa Mezopotamya, ku duh ji ber nûçeyên ku wê ragihandiye bi telefonê gef lê hatiye xwarin, misoger bikin."