ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2025'AN 2025-06-28 09:00:00     * Gola Çalyanê bi peyzaja xwe ya bêkêmahî ya mîna kartpostalê, îro hedefa polîtîkayên wêrankirina xwezayê ye ku ji hêla şaredariyên AKP’ê ve di bin navê “xizmetê” de tê meşandin. Mîhrîcanên geş ên li dora golê têne lidarxistin dibin sedema wêrankirina ekolojîk a bêveger. BI DÎMEN    * Her çiqas keda nedîtî ya jinan di nav sîstemê de bi krîza aborî bêhtir neyê dîtîn jî Fatma Batmaz ku hewl dide bi berhemên keda destên xwe li ser lingên xwe bisekine, got ku tevî piraniya dema xwe didim vî karî jî nikarin heqê keda xwe bi dest bixim. DÎMEN HEYE   *Rêvebira Lêkolînên Bîr û Aştiyê ya Navenda Bîrgehê Dr. Noemi Levy-Aksu, ku li ser girîngiya rûbirûbûnê ya di avakirina aştiyeke bi rûmet de nirxandin kir wiha got, "Armanca rûbirûbûnê guhertin û veguherîna sibehê ye." DÎMEN HEYE   *Michela Arricale, parêzerek ku dê di demek nêzîk de wekî beşek ji şandeyeke aştiyê ya navneteweyî li Tirkiyeyê be, got: "Wekî hemû pêvajoyên demokratîk, avakirina aştiyê tenê wê demê wateya rastîn bi dest dixe ger ku ji hêla civakê ve were parvekirin û hembêzkirin. Ji ber vê yekê rola Birêz Ocalan ewqas girîng e: divê destûr bê dayîn ku ew bi gelê xwe re biaxive û wan tevlî pêvajoyê bike."