ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2025'AN 2025-06-29 09:00:00     * Jinên Kurd ruh anîn Peymana Xweseriya Herêmî ya Ewropî û her wiha modelek mînak ji bo pêşxistina temsîliyeta herêmî û demokrasiyê danîn.    *Li Zozanên Feraşîn a Elkê, jinan kevneşopiya koçeriyê didomînin. Tevî şert û mercên xwezayî yên dijwar, berîvantiyê dikin. Hem hilberînê dikin û hem jî xwedî li mîrateyê derdikevin.  BI DÎMEN    *Pinar Sakik Tekin behsa "Civînên Civaka Demokratîk" kir ku di pêşengiya DEM Partiyê de hatine destpêkirin û hîn jî li gelek deveran berdewam dikin û bal kişand ser girîngiya beşdariya gel di pêvajoya dîrokî de ku piştî "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" dest pê kiriye û got ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di vê pêvajoyê bi awayekî azad cih bigire." DÎMEN HEYE