Serdana şîna Bêrîvan Araz hat kirin 2025-06-30 14:29:51   EDENE - Ji bo endama YJA-Starê Berîvan Araz ku hatibû ragihandin  di sala 2019'an de li Herêma Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji destaye, serdana şîna wê bi girseyî hat kirin.   Ji bo endama YJA-Starê Berîvan Araz (Bêrîtan Harun), ku hatibû ragihandin  di 15'ê Hezîrana 2019'an de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye, li Taxa Ova ya navçeya Seyhan a Edeneyê şîn hat danîn. Hat diyarkirin ku bi girseyî serdana şînê hatiye kirin. Serdana şînê ji aliyê Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe Winda Kirine ya Akdenîzê/Edeneyê  (AKKAY-DER) ve hat organîzekirin û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û siyasî tevli bûn.   Girseya ku bi meşê çû şînê, ji malbatê re sersaxî xwest û soz da ku ew ê bibin yên ku têkoşîna Berîvan Araz bimeşînin.