Komxebata Yekitiya Jinên Kurd bi dawî bû 2025-07-05 16:34:09     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê komxebata platforma ‘Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ hate lidarxistin, bi dawî bû. Tê payîn piştre bi encamnameya komxebatê platforma ‘Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ were avakirin û ragihandin.   Li hola pirtûkxaneya Tewar ya Silêmaniyê bi tevlîbûna gekek siyasetmedar, hûnermend, aktivîst û kesên serbixwe komxebata ragihandina platforma ‘Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ ku danê siharê di saet 10:00’an de destpê kir, bi dawî bû.   Destpêka merasîmê ji bo tevahî şehîdan deqeyek rêz hate girtin û piştre peyama despêkê ya komxebatê ji aliyê Şeyda Meruf ve hate xwendin. Piştre rapora platformê ji aliyê Sara Reza ve hate pêşkêş kirin û di raporê de behsa sîstema cîhanî ku bi awayek nû li Rojhilata Navîn tê nûkirin û sîstema netew-dewletê hate nirxandin.   Dîwana platformê ku ji Şîrîn Teha, Runak Mecîd û Gulistan Seîd pêkdihat, behsa armanca platformê kirin. Di guftugoyên komxebatê de behsa pirsa jinan, netewa Kurd, yekitî, yekitiya jinan û çareserkirina astengiyên heyî û yek parçeyiya Kurdan hate kirin.   Di komxebatê de kesên amade, pêşniyarên xwe pêşkêş kirin, jinan derbarê rewşa siyasî ya li Başûrê Kurdistanê, guhertinên li herêmê de bang li jinan kirin ku bibin yek. Bi taybet hate xwestin ku di dema guhertinên Rojhilata Navîn de, jin bedelên mezin didin lewma, divê jin ji bo azadiyê bibin yek.   Herwiha behsa pêvajoya aştiyê ya bi banga Rêber Apo re hatî destpêkirin hate kirin û hate xwestin ji bo jin bigihin armancên xwe, divê hêza xwe bikin yek.   Piştî nirxandin û guftugoyan, kom xebat dawî bû. Lê biryare bi encamnemayekê avakirina platforma ‘Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd-Başûrê Kurdistanê’ were ragihandin.