Di 2009'an de pêvajoya lêgerîna çareseriyê 2025-07-06 09:03:35   Dîlan Babat   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 2009’an de banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hewldanên berdana çekan a PKK’ê dîsa bi gavên yek alî sînor mabû. Desthiladarî cidî nêzî çareseriya pirgirêka Kurd nebû û pirsgirêk ji nûve berbi hawira tundiyê ve bir.   Di 2009’an de li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêvajoya bi navê ‘Berlêvekirina demokratîk’ û ‘projeya yekitiya neteweyî û xwişk û biratiyê’ pêşkêşî rayagiştî hatin kirin. Di vê pêvajoyê de hat hedefkirin ku faliyetên çekdarî yên PKK’ê bên bidawîkirin û aştiya civakî pêk bê. Vê çarçoveyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Îmraliyê peyam şandin û ji Qendîlê  bangên agirbestê hat kirin. Li ser vê PKK’ê gav avêt û 19’ê Cotmeha 2009’an de ji Qendîlê 8 ji Mexmurê jî 26 bi giştî komeke ji 34 kesî pêk dihat ji Deriyê Xamurê derbasî Tirkiyeyê bûn.   Hatina komê, ji bo zemîman lêgerîna çareseriyê hewldek dîrokî bû û wek sembolîk jî PKK’ê peyam da ku amadene ku dest ji çekan berdin. Hikûmet destpêkê xwedî li pêvajoyê derkeve jî, di enama zextên siyasî, hedefgirtina çapemeniyê û rexneyên tund yên muxalefetê de şûnde gav avêt. Piştî pêvajo têk çû li kesên ji PKK û Mexmûrê hatibûn lêpirsîn hat destpêkirin û pêvajoya darazê hat destpêkirin. Hinek neçar man vegerin Iraqê û hinek jî demek dirêj di bin zextên cemawerî de jiyan. Ji ber nêzîkatiya dewletê pêvajoya çareseriyê ya 2009’an têk çû.   Destpêkirina pêvajoya 20009’an   Di 2007-2008’an de li Tirkiyeyê ku çalakiyên çekdarî PKK’ê didomiyan lêgerînên çareseriyê jî destpê dikirin. Di dawiya 2008’an de û serê 20009’an de ji ser kanalên îstîxbaratê ya dewletê bi PKK’ê re hevdîtin hatin kirin û di gulana 2009’an de wezîrê karê hundir Beşîr Atalay pêvajoya ‘berlêvekirina demokratîk’ bi rayagiştî re da bihistin. Di meha Tîrmeha 2009’an de serokwezîrê demî Tayyîp Erdogan, daxuyakirin ku wê pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk bên çareserkirin. Bi vê pêvajoyê re  berdana çekan a PKK’ê û vegera PKK’ê ket rojevê.   Yên ji PKK û Mexmûrê hatin   Bi hevkariya MÎT’ê bi rêveberên PKK’ê yên li Qendîl û Ewropayê re hevdîtin hatin kirin. Abdullah Ocalan jî ji Îmraliyê piştgiriya ji bo pêvajoyê anî ziman û nexşerê amade kir. Li ser vê hikûmetê daxuyand ku wê pakêtên reforma demokratîk amade bikin. Li dijî van daxuyaniyan Hamiyet Dînçer, Elîf Uludag, Huseyîn Îpek, M. Şerîf Gençdag, Mustafa Ayhan, Vilayet Yakut, Lutfu Taş û Gulbahar Çîçek bi giştî 8 kes ji PKK’ê, Kamîl Yuksel, Hamsiye Yuksel, Nurettîn Turgut, Musa Tomak, Nurcan Tomak, Yusuf Şen, Cane Kabul, Saît Şedal, Îsmaîl Ayaz, Ayşe Kara, Sosin Yaman, Abdullah Yaman, Emîne Sagat, Melekşa Soydan, Mîkaîl Soydan, Haci Sorgul, Mehmet Adanmiş, Fatma Îzer, Nîzar Buldan, Bulent Aka, Mehmet Kaçan û Zehra Tunç bi giştî 26 kes ji kampa Mexmurê hatin.   Hikûmetê şûnde gav avêt   Yên ji PKK û Mexmûrê hatin ji Deriyê Sînor yê Xaburê derbasî Tirkiyeyê  bûn û komên hatin piştî kontrolên edlî hatin berdan. Li ser vê partiyên muxalefetê hikûmet bi ‘bi PKK’ê re bazarê dike’ sûcdar kir û pêvajo xitimî. Ji ber gavên şênber nehatin avêtin û bawerî nehat avakirin pêvajo xitimî. Aloziya navbera komên dijber de zêde bû. Hikûmetê şûnde gav avêt. Der barê 8 kesên ji Qendîlê hatin de lêpirîn hat vekirin û  bi îdiayên ‘endamtiya rêxistina terorê’ doz hatin vekirin. Hinek haitn girtin û hinek neça rman derkevin derveyê welat. Beşek kesên ji Mexmurê hatin jî der barê wan de biryara binçavkirinê hat dayîn û îfade dan.   Abdullah Ocalan: AKP 7 sale her kesî  mijûl dike   Abdullah Ocalan di 2009’an de di hevdîtina bi parêzerên xwe re da zanîn ku li pêş siyaseta demokratîk xitimînek cidî heye û ev xitimîn jî di qadên hiqûqî, civakî, siyasî, çandî û leşkerî de xwe nîşan dide.  Abdullah Ocalan ev nirxandin kiribû: “Siyaseta demokratîk de xitimandinek cidî tê jiyîn. Ev rewş ligel xwe qadên hiqûqî, çandî, civakî û leşkerî jî dixetimîne. AKP dibêje berlêvekirina demokrtîk û çareseriya pirsgirêka Kurd û 7 sale her kesî mijûl dike. Lê êdî derket holê ku ev tasfiye û lîstike.”