Li Rihayê civînên gel didomin 2025-07-06 23:18:01   RIHA - Civînên gel ên  bi pêşengiya TJA, DEM Partî û DBPê li Rihayê hatine destpêkirin bi hemû hêza xwe didomin.   Bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera JinênAzad (TJA) civînên gel berdewam dike. Di civînên de têxwestin ku gelê Kurd bang û perspektîfa Rêberê Gelê Kurdbaş werê femkirin. Di civînan de perspektîfa Rêberê GelêKurd Abdullah Ocalan tê xwendin û li ser mijara pêvajoyê nirxandinên gel tên xwestin. Li her bajarê Kurdistanê civîn bi girseyî berdewam dike.   Li Rihayê jî civînên gel bi roj û şev, tax bi tax û gund bi gund berdewam dikin. Li taxa Hurriyetê ya Wêranşarê, li gundê Goktepe yê Bêrecûkê, li gundê Lebena yê Serekaniyê û li Siwêregê bi tevlîbûna gel kesan berdewam dike. Kesên ku tev li civînan bûn xwestin ku pêngava rêxisitinbûyînê berdewam bike.