Parêzvanên mafên mirovan ji bo girtiyan doza azadiyê kirin 2025-07-12 15:37:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzvanên mafên mirovan daxwaza azadiya girtiyên nexweş Emîn Gurban, Perîhan Sevda Erkilinç û Mehmet Emîn Vûral kirin ku nikarin bi tena serê xwe pêdiviyên xwe dabîn bikin.   Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê îşaret bi ser rewşa girtiyên nexweş Emîn Gurban, Perîhan Sevda Erkilinç û Mehmet Emîn Vûral hat kirin û daxwaza berdana wan hat kirin.   Îzmîr   Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê di hefteya 356'emîn de ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li ber Eski Sumerbankê ya li Konakê çalakiya xwe ya rûniştinê ya du hefteyan carekê li dar xist. Pankarta bi nivîsa "Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemine, nebe şirîkê sûc" hat vekirin. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Vê hefteyê rewşa Emîn Gurban, ku bi nexweşiya giran e û li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Eregli tê girtin, hat destnîşankirin.   Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Parêzer Îpek Sarici diyar kir ku Emîn Gurban 29 sal in girtî ye û got: "Ji ber şert û mercên dirêj ên girtîgehê gelek nexweşî derketine holê. Di sala 2018'an de ji gurçikê emeliyat bû û malbata wî di wextê xwe de nehatiye agahdarkirin. Di Îlona 2022'yan de, piştî muayeneya çavan li Nexweşxaneya Dewletê ya Seka a Îzmîtê, teşxîsa presbiopiyê lê hat danîn. Tansiyona wî ya zede heye û pêdivî bi parêzê heye. Di 6'ê Kanûna 2022'yan de ew dîsa şandin nexweşxaneyê û şeş rojan li wir ma. Di testan de di demarên sereke yên ji stû ber bi mêjî ve diçin de astengî hatiye dîtin û ji sedî 60 zirar daye mejî. Di heman rojê de, beşa norolojiyê ya nexweşxaneyê raporek weşand û tê de Sendroma Felca Serebellar a G46.4 û Nexweşiyên Serebrovaskuler ên G46.8, tevî sendromên din ên demarên mejî, teşhîs lê hat danîn. Di raporê de her wiha hatiye gotin ku nexweş nikare pêdiviyên xwe dabîn bike û ji ber hewcedariya wî bi lênêrîna domdar heye pêdiviya wî bi alîkarekî heye."   Îpek Sarici diyar kir ku Emîn Gurban ku paşê ji bo Eregliyê hatiye veguhastin, di 5'ê Cotmeha 2023'yan de krîzê li dilê wî xistiye. Di du demaran de astengî hatine dîtin û di yekê de stent hatiye danîn. Di 16'ê Nîsana 2025'yan de, di demarên stuyê yên ku diçin mêjî de astengî hatiye dîtin. Sarici got: "Eşkere ye ku Emîn Gurban ji ber nexweşiyên xwe yên giran û xetereyên tenduristiyê yên ku vê nexweşiyê çêdikin, nikare di girtîgehê de bimîne. Em daxwaza berdana wî dikin da ku ew bikaribe di şertên baş de li nêzîkî malbata xwe were dermankirin."   Stenbol   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hefteya 694'emîn a çalakiya xwe ya "Rûniştina F" li ber avahıya komeleyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de li ser rewşa tenduristiyê ya Perîhan Sevda Erkilinç ya li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, hat sekinandin. Pankartên bi nivîsên "Dermankirin mafek e, nayê astengkirin" û "Bila girtiyên nexweş bên berdan" hatin vekirin û her wiha dirûşmeyên wekî "Bila girtiyên nexweş bên berdan" û "Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e" hatin berzkirin.   Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Mukaddes Şamîloglû daxuyanî da û got: "Bi Perîhan Sevda Erkilinçê re bi nexweşiya çolyak, astima kronîk û ekzema berbelav heye. Ji ber şert û mercên xirab ên girtîgehê û nebûna parêzeke taybetî ya bêgluten, muayeneyên birêkûpêk û dermankirina ku pêdivî pê heye, rewşa wê bi lez xirabtir bû û ev yek bû sedema îshala domdar, vereşîn, serêş, kuxik, bêserûberiya tansiyonê, qelsî û westandinê. Erkilinç di sibeha 10'ê Tîrmehê de ji bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bakirkoyê Dr. Sadi Konûk hat veguhastin. Di dema veguhastinê de, li Erkilinçê muayeneya kelemçekirî hat ferzkirin û bêyî ku were muayene kirin, ew şandin girtîgehê."    Di heman demê de, Jin Bi Hev Re Bi Hêz In (KBG) piştî ku li ber avahiya PTT ya li Kadikoyê civîneke çapemeniyê li dar xist, daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Dadê kir û daxwaza dermankirin û xwarina bê gluten a Sevda Erkiliçê kir.    Enqere   Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş hefteya 566'emîn a çalakiya xwe li Kolana Sakaryayê li dar xist.Vê hefteyê rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Mehmet Emîn Vûral ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa Rehabîlîtasyonê ya Metrisê tê girtin, hat destnîşankirin.   Endamê ÎHD'ê Tanju Gunduzalp ku daxuyanî da, got: "Mehmet Emîn Vural ku di sala 1986'an de ji dayik bûye, ji sala 2016'an vir ve di girtîgehê de ye. Ji sedî 61'ê wî ji dema ji dayikbûnê seqet e, lingê wî ji cihê xwe derketiye û ji ber vê yekê gelek caran emeliyat bûye. Berî girtina xwe, dema ku li Zanîngeha Çûkûrova ya li Edenyê li benda emeliyatê bû, ew hat girtin û şandin Girtîgeha Kurkçulerê. Dema ku hewl dida li wir derman bibe, ji nişka ve sirgûnî Girtîgeha Hatayê hat kirin. Ji ber ku ew nekarî li Girtîgeha Hatayê derman bibe û ji ber kêmasiya nexweşxaneyê, ew dîsa şandin Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçulerê. Wî xwesteka xwe ya ku derkeve pêşberî desteyê diyar kir û piştî têkoşîneke dirêj, ew du caran derket pêşberî desteyê. Di rapora desteyê ya yekem de hat gotin ku ew dikare 'di girtîgehê de bimîne', lê di rapora duyemîn a desteya bilind de hat gotin ku 'ev celeb emeliyat li girtîgehê ne guncaw e, ji ber vê yekê ew dikare were paşxistin û ew ne hewceyî emeliyata lezgîn e.' Berê, bijîşkên heman nexweşxaneyê gotibûn, 'Bêyî vê emeliyatê, şansê başbûnê sifir e û heke ew bi derengî bê xistin êdî wê protez jî bi kêr neyê. Ji ber ku her roja ku derbas dibe, hêlîna kulîmekê dimehe.' Çendî wiha hatibe gotin jî, biryarên wiha hatin dayîn."    Tanju Gunduzalp destnîşan kir ku girtiyê nexweş ji bo domandina jiyana xwe têdikoşe û got: "Ew 10 sal in ji ber êşa xwe her cure dermanên êşbir û rihetkerên masûlkeyan bi kar tîne, lê derman bêbandor in. Ew nikare bimeşe û bisekine. Ew nikare li tu derê rûnê û ji ber ku bi salan e klozet tune ye, her çûna lavaboyê îşkence ye ji bo wî. Ew nikare li tu derê rûnê, ji bilî li ser kursiyekê û heta wê demê jî, ew dikare herî zêde 10 deqeyan li wir rûnê. Ji ber ku ew piraniya roja xwe di nav nivînan de derbas dike, li pişta wî birîn çêbûne û ji ber bêçalakiya wî, ew ji ber bêlêviûtevgeriyê bi zorê nefesê distîne. Rizîna hestiyê ranên wî pêşve çûye û rewşa wî xirabtir bûye. Di destpêka 2025'an de, ew ji bo dermankirinê veguhastine Girtîgeha Tîpa R ya Metrisê."   Tanju Gunduzalp xwest Mehmet Emîn Vûral tavilê bê berdan.