ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2025'AN 2025-07-15 09:00:00   * Êrişên li hember Eleweiyên li Sûriyeyê her diçin zêde dibin. Hevseroka Komeleya Demokratîk a Elewiyan a Mersînê Husniye Çelîk der barê êrişan de axivî û got: “Li Sûriyeyê çeteyên cîhadîst wek axê jinan jî dagir dikin. Jinan wek alava şer dibînin.” BI DÎMEN    * Li Mûşê ku destdirêjiya zayendî û êrişên zayendî tenê di gotinê de dimîne, di sê mehên dawî de sê bûyerên destdirêjiya zayendî hatin rojevê. Ji bûyerên hatin jiyîn tenê yek întîkalê qerekolê kir û yên din jî tenê wek gotin û îdia man.    * Jinan der barê îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk de axivîn û diyar kirin ku bi têkoşîna ku PKK’ê meşand re Gelê Kurd ji tinebûnê rizgar bû û  ji bo aştiyê jî berpirsyariya xwe aniye cih niha dora dewletê. BI DÎMEN    * Hevseroka ÎHD’a Wanê Ayten Kiran da zanîn ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome û got di şexsê Abdullah Ocalan de divê mafên girtiyên siyasî bê dayîn. BI DÎMEN    *Dayika Sema Yuce, Zennûre Yuce, diyar kir ku bi banga bi dîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj hilatiye û wiha got: “Dema min merasîma berdana çekan dît, min got xwezî niha Sema jî hebûya û min ew bidîta. Em bi kes, têkoşîn û hêza Semayan hatin van rojan.”BI DÎMEN