Li Îzmîrê şewat: 5 mal şewitîn 2025-07-24 21:26:15   ÎZMÎR - Mudaxaleya şewata li daristanê ya navçeya Gazîemîr destpê kir, didome û li Bayindirê di şewata sibehê hat vemirin da 5 xanî şewitîn.   Li gelek bajarên Tirkiyeyê şewata daristanan didome. Li navçeyên cuda yên Îzmîrê şewata du roje derketibû ya nû lê zêde bû. Li daristana taxa Sarniç a Gazîemîr saet di 16.00’an de şewata derket. Ekîbên çûn cihê bûyerê mudaxale kirin.   Li aliyê din şewata li Bayindir derket vê sibehê hat temirandin.  Li gorî tespîta Midûriyeta Daristanê di şewatê de 5 xanî bi giştî şewitîne, 3 dewar jî telef bûne.   Li gundê Aydincik a Emet a Kutahyayê jî  şewta derket û bi bayê gûr zêde bû. Mudaxaleyê şewatê hat kirin û agir xistin bin kontrolê.