ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2025'AN 2025-07-27 09:00:00     *Ji Însiyatîfa Jinan a Ji Bo Aştiyê Sîmge Yardim got ‘Ji bo avakirinê polîtîkayên perwerdeyê alavek xurt e’ û daxuyakirin ku divê mufredata perwerdeyê li gorî avakirina aştî û civaka demokratîk pêk bê. DÎMEN HEYE    *Guzel Saraç ku piştî 8 sal girtinê, tahliye bû, diyar kir ku li girtîgehê dest bi nivîsandina pirtûka xwe ya bi navê ‘Teng û Tarî’  kiriye û li derve jî temam kiriye. Guzel Saraç got ji têkoşîna gelê Kurd, tevgera azadiya jinan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îlham girtiye. Guzel Saraç anî ziman ku dixwaze di demek kurt de pirtûka xwe çap bike.DÎMEN HEYE    *Femînîst aktîvîst Esra Akin diyar kir ku piştî feshkirina Peymana Stenbolê qetilkirinên jinan zêde bûne, bi taybet di mirinên biguman ên jinan de gumanbar ji hev tiştan fêr dibin. Esra Akin diyar kir ku divê jin bi rêxistin û yekbûyî têbikoşin.DÎMEN HEYE    *Li girtîgehan binpêkirina mafan û îşkence didomin. Sekreteryaya Komîsyona Girtîgehan a Navenda Giştî ya OHD’ê Ayşe Şehrîban Demîrel der barê binpêkirina mafan de axivî û da zanîn ku pirsgirêkên tên jiyîn ji qestî tên kirin.DÎMEN HEYE