ROJEVA 11'Ê TEBAXA 2025'AN 2025-08-11 09:00:00     * Piştî êrîşa DAIŞ’ê bi berxwedana ku 73 rojan berdewam kir Minbic hat azadkirin. Bajarê ku ji nûve hat avakirinê, ji sala borî de ye, di bin dagirkirina komên ku ji Tirkiyeyê piştgiriyê digire, de ye.   * Perspektîfa Abdullah Ocalan li ser "veguherîna şoreşgerî" ne tenê bangek ji bo bêçekbûnê ye; ew modelek civakî ya nû pêşniyar dike ku li ser bingeha jiyana komunal ji bo avakirina civatek exlaqî-siyasî ye. Komun wekî cihê ku ferdî vediguhere civakê û civak vediguhere ferdî tê pênasekirin. DOSYA    * Sîsê Bîngol ku bi têkoşîna ku daye hewcedariya avakirina civaka demokratîk û pêkhatina aştiyê nîşan dide, tevî her tiştî dibêje "Bila êdî kes negirî, bibin yek û aştî pêk bê.” BI DÎMEN    * Endama Însiyatîfa Hunera Azad û çêkera belgefîma Bakur Ayşe Çetînbaş der barê pêvajoyê de axivî û got: “Hunermend dikarin piştgiriyê bidin pêvajoyê rûhevhatinê. Ji bo aştiyek mayîn de divê hemû aliyên civakî piştgiriyê bidin.”     * Akademîsyena aştiyê Yasemîn Ozgun got wek duh îro jî li pişt gotina xwe ya aştiyê ne û wiha got: “Wek jin hewcedariya me bi aştiyê heye. Ji ber tiştên me jiyane raste rast girêyê şer in.  BI DÎMEN