Amadekariyên mîtîngê li Wanê bênavber berdewam dikin 2025-08-21 19:59:52   WAN – Şandeyên ku ji bo mîtînga ku roja Şemiyê li Wanê bi dirûşmeya "Azadî dê bi ser bikeve, ne tecrîd" dê were lidarxistin, bêwestan dixebitin.   Bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM), amadekariyên ji bo mîtînga ku dê di 23’ê Tebaxê de li Parka Musa Anter saet 5:00’ê êvarê bi dirûşmeya "Azadî dê bi ser bikeve, ne tecrîd" li Wanê were lidarxistin, bênavber berdewam dikin. Şandeyeke mezin, ku ji endamên meclîsê û hevşaredarên şaredaran  pêk dihat, di saetên serê sibê de serdana cotkar û ajalvanan li nêzî Bazara Ajalan kirin. Şandeyê bi her cotkar û ajalvanî re bi awayekî ferdî civiya, girîngiya mîtîngê destnîşan kir û banga teglibüna mîtîngê kir.   ‘Divê hemû gelê me aştiyê biqîre’   Parlamenterê  DEM Partıyê ê Wanê Mahmut Dindar gel vexwend mîtîngê û diyar kir ku ew wekî yekem mîtînga pêvajoyê girîng e. Parlamentera P DEM Partiyö a Sêrtê Sabahat Erdoğan Sarıtaş di dema serdanê de axivî û diyar kir ku gelê Wanê dê îradeya pêwîst ji bo aştiyê nîşan bide û got, "Gelê Wanê dê nîşanî her kesî bide ka ew çiqas aştiyê dixwazin û çawa ji bo azadiyê têdikoşin. Divê hemû gelê me wê rojê li wir be û ji bo aştiyê qîr bike."   Şanedeyê li gelek navçeyên Wanê gel vexwend mitingö