RAJIN: Em ê têkoşîna Gulistan Tara û Hêro Behadîn mezin bikin 2025-08-22 11:46:45   NAVENDA NÛÇEYAN - RAJIN bi wesîleya salvegera yekemîn a qetilkirina du kedkarên Çapemeniya Azad ev peyam da: “Weke şopdarên Gulistan Tara û Hêro Behadîn em ê bi pênûsa wan binivîsin, bi zimanê wan baxivin, bi objektîfa wan çavdêr bikin, têkoşîna wan mezin bikin.”   Pêşengên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn 23’yê Tebaxa 2024’an li Silêmaniyê bi êrîşa balafirên bê mirov ên Tirkiyeyê hatin qetilkirin. Koordînasyona RAJIN’ê daxuyanî da, rojnamevanên şehîd bi hesret û minetdarî bi bîr anî û soza ji bo şopandina têkoşîna wan dubare kir.   Daxuyaniya Koordînasyona RAJIN’ê bi vî rengî ye:   “Kesên şerxwaz û bi şer tîmar dibin, her tim destpêkê heqîqetê hedef digirin. Jinên pêşeng ên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Behadîn beriya salekê 23’yê Tebaxa 2024’an li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê ya li Başûrê Kurdistanê dema di wesayîtê de bûn, wesayîta wan ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Komara Tirkiyeyê ve hate bombekirin û di encamê de şehîd bûn. Weke RAJIN em hevalên xwe yên şehîdên Çapemeniya Azad bi rêzdarî, hesret û minetdarî bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya ji bo têkoşîna wan car din dubare dikin. Ew weke lêgerînvanên heqîqetê bûn ronahiya ku rêya me ronî dikin.   Gulistan Tara şoreşgerek Çapemeniya Azad bû ku di rêwitiya xwe ya çapemeniya azad a sala 2000’an destpê kir de, li gelek qadên Kurdistanê xebitî, bûye dengê gelê Kurd û jinan, polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinan teşhîr kiriye, hevkarî deşîfre kiriye, nelirêtî, xizantî û bêedaletî deşîfre kir, perdeya derewan qetand û rastî derxistin holê, weke azadîxwazekê xwe fedayê azadiya gelê xwe kir. Hêro Behadîn jî dema 27 salî weke rojnamevanek ciwan a ji Silêmaniyê guhdarî derdên jinan ên li Başûrê Kurdistanê kir, jiyana wan qeyd kir. Kedkarek çapemeniyê ya bi kelecan û bi îdîa bû û li pey heqîqet û edaletê meşiya. Hedef girtina wan ne tesaduf bû. Yên di wesayîtê de ji ber ku endamên Çapemeniya Azad bûn, hatibûn hedefgirtin. Ji ber ku faşîzm heqîqetê berevajî dike, tune dihesibîne û bi vî rengî xwe ava dike.   Sîstema desthilatdariya mêr-kapîtalîst civak û hawirek rewşenbîr, demokratîk û azad naxwaze. Lewma ronahiyê, jiyanê û jinê hedef digire û bi vî rengî hewl dide Çapemeniya Azad bêdeng bike. Çapemeniya Azad li dijî sîstemên desthilatdariya mêr a despotîk, yek ji bingehên xurt ê civakê ye. Yek ji amûrên esas a ji bo xwe gihandina civaka demokratîk û gel bi rengekî rast agahdarkirin e. Hedef girtina Çapemeniya Azad hedefgirtina azadî, heqîqet û civakê ye.   Tevî vê yekê jî dîrokê nîşanî me da ku, li dijî sîstemên despot şervanên azadiyê jî timî hebûn û al dewr kirine. Eger cîhan hîna cihê jiyanê be, ev bi saya têkoşîna wan kesan e yên ku tevî hemû zext, zilm û êrîşên qirkirinê li ber xwe dane û dest ji îdîaya xwe ya demokrasiyê û azadiyê bernedane. Hevrêyên me Gulistan Tara û Hêro Behadîn jî li dijî hemû gef û êrîşan rabûn û li pey rastî û edaletê çûn, tevî hemû gef û êrîşan dest ji lêgerîna xwe ya heqîqetê bernedan. Di dema ku şer herî dijwar de hem êrîşên Tirkiyeyê hem jî polîtîkayên hikûmeta Federe ya Kurdistanê û Iraqê teşhîr kirin û perdeya qirêj a polîtîkayên şerê taybet û derewan qetandin. Bi şêwazê qetilkirina wan hate xwestin ku rastî were veşartin. Lê rastî car din derketin holê, binpêkirina quralên şer û çavên hevkariyê deşîfre bûn. Di ronahiya heqîqeta ku şehîdên me yên Çapemeniya Azad derxistî holê de, em bang li hêzên navneteweyî dikin ku hesab ji berpirsyaran bipirsin.   Êrîşên wiha yên li dijî kevneşopiya Çapemeniya Azad, çawa ku ne destpêk e, nebû dawî jî. Eger mirov bixwaze bibe çapemenî û dengê azad ê gelê Kurd, divê ne tenê jiyana gelê Kurd ragihînin, her wiha divê bi xwe jî bijî. Piştî Gulistan Tara û Hêro Behadîn, di sala dawî de hem li Başûrê Kurdistanê hem jî li Rojava rojnamevan hatin qetilkirin. Tevî vê yekê jî pênûsa ti ji wan li erdê nema. Gulistan Tara û Hêro Behadîn pênûsa ku ji Gurbetellî Ersoz, Nagîhan Akarsel, Nûjiyan Erhan û Denîz Firatan dewr girt, dewrî Cîhan Bîlgînan kir.    Weke Şopdarên Gulistan Tara û Hêro Behadîn em ê bi pênûsa wan binivîsin, bi zimanê wan baxivin, bi objektîfa wan çavdêr bikin, têkoşîna wan a nîvçomayî mezin bikin. Bi hêz û biryardariya ku me ji wan girtî, em ê têkoşîna xwe ya ji bo xwe gihandina civaka demokratîk-azad bimeşînin. Em hevrêyên xwe Gulistan Tara û Hêro Behadîn car din bi hezkirin, rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku hêviyên wan bidin jiyîn.”