Şaredariya Peyasê dê li dijî tundî û kuştina jinan dakeve qadan 2025-09-01 09:46:57     AMED - Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê bi boneya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bernameya meha Îlonê eşkere kir.   Di vê serdema ku kuştina jinan her diçe zêde dibe de, Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê têkoşîna xwe ya li dijî kuştina jinan û tundiyê ber bi gundên li navenda Peyasê ne dibe. Bi dirûşma “Gotina Me Neqediya ye, Em ê Tundiyê Bi Hev Re Bidin Sekinandin”, civîn û forumên jinan ên di meha Tebaxê de dest pê kirin, di meha Îlonê de jî wê bidomînin.   Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan piştî çalakiyên ku li tax û parkên navenda bajêr hatin lidarxistin, niha armanc dike ku bi jinên li gundan re bicive. Ji Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan daxuyaniyek hat dayîn û tê de ev yek hate gotin: “Ji bo mezinkirina piştgiriya me ya li dijî kuştina jinan û her cûre tundiyê, gotina me heye û bi hev re vê têkoşînê, di meha Îlonê de jî li tax û gundên girêdayî navçeyê civîn û forumên jinan li dar bixin.”,   Armanca van civînan ew e ku pirsgirêkên jinan bên nîqaşkirin, hişmendiyek bê afirandin û rêyên têkoşîna bi hev re li dijî tundiyê bê nîqaşkirin.   Bernameya çalakiyan bi vî rengî ye:   * 2ê Îlonê Sêşem, Saet 14.00: Gundê Dêranê ya Navçeya Pîranê   * 5ê Îlonê În, Saet:10.00: Gundê Sakarê   * 9ê Îlonê Sêşem, Saet: 19.00: Parka Werzîşê ya Peyasê   * 11ê Îlonê Pêncşem, Saet:10.00: Gundê Akdîbekê   * 16ê Îlonê Sêşem, Saet 19.00: Parka Temayê   * 19ê Îlonê În, Saet 10.00: Gundê Gozelanê   * 23yê Îlonê Sêşem, Saet 19.00: Parka 75   * 26ê Îlonê În, Saet 10.00: Gundê Çilkaniyan