Li Şirnexê bang kirin: Dest ji polîtîkayên qirkirinê berdin 2025-09-09 13:44:51   ŞIRNEX - Di çalakiya li Şirnexê ya li dijî talankirina xwezayê tê lidarxistin de ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol got: “Îro em ji ber qirkirina xwezayê li Botanê hatine cem hev.  Em ê êdî ji bo ku darek neyê birînê li hemberî van polîtîkayan rawestin. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku dest ji van polîtîkayên qirkirinê berdin."   Li dijî qirkirina ekolojiyê ya li Şirnex û navçeyên wê didome, bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk û bi dirûşma “Em rê nadin qirkirina ekolojiyê, li dijî talankirina xwezayê dimeşin” dê li Bestayê çalakiya nobetê were destpêkirin. Beriya nobetê, meş hat lidarxistin û daxuyanî hat dayin. Girseya ku li Qada Cumhuriyetê kom bû, heta Qada Omer Kabak meşiya.  Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Serokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz, Berdevka Partiya Çep a Kesk Dîdem Goçer, endamê MYK’a Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Orhan Çelebî, Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk, Koalîsyona Edaletê ya Avhewayê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên ekolojiyê yên Şirnex, Mêrdîn, Amed, Riha, Sêrt û Êlihê û gelek welatî tev li bûn.    Di meşê de pankartên “Nobedarê dara gûzê ne, em li virin”, “Hebûna xwezaye xwebûna me ye”, “Li dijî şer aştî, li dijî talanê jiyana ekolojîk”, “Talan û rant jiyana me qir dike em ê jiyane biparezin” û “Ar girtiye qurm û li dorê dileyize çi kiribû çi bû gunehê dara berû?” û dovîzên “Keska Kurdistanê rengê aştiyê ye”, “Gabar Cûdî û Besta rûmeta me ne”, “Ji Hesendînê heta zozana Skertê em rê nadin madenan” û “Ji bo xwezaya azad deng bide aştiyê” hatin hilgirtin. Di meşê de dirûşmên “Bê xweza jiyan nabe” û “Jin, jiyan azadî” hatin berzkirin.    Girseya ku li meydanê kom bû, li ber stranên Kurdî govend gerand. Beriya daxuyaniyê, ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin û dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Bername, bi xwendina helbesta Goran Haco “Ez li vir im” dest pê kir.    Piştre jî ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Derya Akyol metna hevpar xwend. Derya Akyol got: “Îro em ji ber qirkirina xwezayê li Botanê hatine cem hev. Salên 90’î bi valakirina gundan û êrişên li ser bajaran êrişî gelê le kirin. Îro jî li gel pêkanînên salên 90’î, talanê li ser xwezaya me pêk tînin. Ji çar aliyan ve êrişî xwezaya Şirnexê dikin û ev êriş tenê ne bi xwezayê ve girêdayî ye, heman demê de êrişî jiyan û çanda Şirnexê dikin. Em ê êdî ji bo ku darek neyê birînê li hemberî van polîtîkayan rawestin. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku dest ji van polîtîkayên qirkirinê berdin. Weke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotî, ‘Kesên bi xwezayê re aştiyê pêk neyînin nikarin bi mirovan re jî aştiyê pêk bînin.’    Di berdewamê de Derya Akyol destnîşan kir ku ji bo behsa aştiyeke heqîqî were kirin, divê talana li dijî çiya, daristan, rûbar û gundên Botanê were bidawîkirin û wiha pê de çû: “Banga me ji bo hemû aktorên siyasî ye; Aştiyê li Cûdî, li Gabar, li Bestayê bidin destpêkirin. Êdî xwezayê weke çavkaniyeke bêsînor nebînin û wisa nêzî aştiyê bibin. Destûrê bidin ku Dîcle azad biherike û wisa dest bi aştiyê bikin. Em, weke parastvanên jiyanê, em ê her tim bibin dengê çiya, daristan, av û hemû zindiyan. Ji ber ku em dizanin; parastina xwezayê, parastina jiyanê ye.”    Piştî daxuyaniyê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û bal kişand ser pêvajoya aştiyê û wiha got; “Ez berxwedana we bi hezaran caran silav dikim. Sedem û armanca vê berxwedana me heye, ev bi salan e em li hember êrişên li ser xwezaya xwe li ber xwe didin. Em dizanin dema mijar dibe xwezaya Kurdistanê dewlet çawa nêzîk dibe. Dema agir bi daristanên me dikeve yek firokeya agir kuj tuneye. Lê dema ji bo şer be bi sedan firoke li Kurdistanê tevdigerin. Siyaseteke dagirkerî li ser Botanê dimeşînin. Ev siyaseta talanê ye. Bi awayekî dijminî nêzîkî xwezaya me dibin. Êrişa li hemberî xwezayê êrişa li hemberî ziman û çanda me ye. Pêvajoyek aştiyê berdewam dike. Bi vê ve girêdayî, divê ji ewil bi xwezaya me, bi çemên me, bi çiya û daristanên me re aştiyê bikin.”    Bi domdarî Keskîn Bayindir bal kişand ser girîngiya çalakiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em dixwazin li dijî talankirina xwezayê hestiyariyekê ava bikin. Her darek rûmeta me ye, her dilopeke avê avê û her kulmek a axê rûmeta me ye. Em şirîkên vê talanê hişyar dikin, em parlementer û saziyên dewletê hişyar dikin. Em îro bi hezaran li vir in. Ger hûn dev ji van polîtîkayan bernedin em ê bi deheazaran, bi sedhezaran werin ber deriyê saziyên we. Polîtîkaya talanê û polîtîkaya li ser gelê Kurd ji hev ne cuda ye û em vê yekê wiha dibînin. Heya ku çalakiyên me encam nedin û dewlet dev ji vê talanê berdene em ê berxwedana xwe berdewam bikin.”   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî anî ziman ku dema mijar dibe şewata daristanan îktîdar dibêje “helîkopter tune ne” lê dema mijar dibe şer bi sedan helîkopter tên bikaranîn. Tulay Hatîmogûllariyê bi lêv kir ku ew ji bo dar û axa Şirnexê hatine herêmê û wiha got: “Îro çar aliyê Tirkiyeyê bûye guriya agir û her der dişewite. Îktîdar, li şûna ji bo agirkujiyê balafir û helîkopteran bikire, ji bo zarokên xwe dikire. Desthilatdar ji roja hatî ser kar heya îro rûxsetan didin alîgirên xwe û her roj rûxsetan belav dikin. Erdnîgariya Kurdistanê ji salên 90’î heya îro rastî nêzîkatiyek dijminane hatiye.”   Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari bi lêv kir ku li her dera Kurdistanê qereqol û kalekol hatine çêkirin û wiha pê de çû: “Ji ewil bi hinceta ‘ewlehiyê’ dar birîn û piştre jî leşker û cerdevanan ji bo rantê dar birîn. Îro weke tofana Nûh êrişî her qadên jiyana me dikin. Çawa ku Nûh li hemberî tofanê li ber xwe da û bi ser ket, em jî dê heya dawiyê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Em ê ji bo her devera Şirnex, Kurdistanê û Tirkiyeyê li ber xwe bidin û serbikevin.”