ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2025'AN 2025-09-11 09:00:00     *Mamosteyên Kurdî diyar kirin ku zimanê dayikê wek mafê perwerdehiyê nasîn û statuya ji bo Kurdî ji bo aştiyê jî wê gavek samîmî be û got: “Ger pirsgirêka Kurd çareser bibe divê ewil Kurdî bê qebûlkirin. Ger ev mijar çareser nebe wê pêvajo jî samîmî nayê dîtin.” DÎMEN HEYE    *Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdag der barê mîhrîcana ‘Rojên Çand û Hunerê ya di navbera 12-13-14’ê îlonê de wê pêk bê bang kir û got: “Divê em bi gelê xwe re bihata cem hev û me moral bidîta. Em her kesî vedixwînin konseran dikin.” DÎMEN HEYE   *Jinên derketin bazaran bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew nikarin hewcedariyên ji bo zarokên xwe bigirin û wiha gotin: “Em nikarin hewcedariyên zarokên xwe bigirin. Ez ê zarokan naşînim dibistanê. Sedema krîzê desthilatdarî ye.” DÎMEN HEYE   *Ji roja hikûmeta Şamê ya demkî hatiye heta aniha li Efrînê bûyerên talan, qetilkirin, destdirêjî û revandinê didomin. Li gorî agahiyên ku ji aliyê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ve der bar mijarê de hatine dayîn, “Zext li Efriniyan tê kirin ku di komkujiyên li dijî Durzî û Elewiyan de cih bigirin.”   *Seroka Baskê Jinan a CHP’ê ya Amedê Guler Koçyîgît tayînkirina qeyûman di pêvajoya ku didome de tên kirin nirxand û got: “Rejîma qeyûm astengiya herî mezin a li dijî aştiyê ye.” DÎMEN HEYE   *Mevlude Acar, yek ji şahidên darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê û yek ji wan kesên ku îşkenceyên herî dijwar lê hatiye kirin, diyar kir ku bûyerên darbeya 12'ê Îlonê û yên piştî wê îro jî bi aliyên cuda berdewam dikin. Mevlude Acar derbarê pêvajoya ku behsa wê tê kirin de, wiha got, "Divê hevdîtin berdewam bikin. Ez bawer dikim ku rojekê şert û mercên aştiyê bi tevahî derkevin holê." DÎMEN HEYE