Pirsgirêkên taxên Şehîdlîk û Ben û Senê nayên çarserkirin 2025-09-12 09:05:13     Azîze Akoglu -Pelşîn Çetînkaya   AMED - Li taxên Şehîdlîk û Ben û Sen a Amedê pirsgirêkên welatiyan nayên çareserkirin. Jinên taxê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku daxwazên wan nayên dîtin û ji ber pirsgirêkên heyî jiyana li taxê nemaye.   Taxên Şehîdlîk û Ben û Sen yên navçeya Yenîşehîr a Amedê bi avahiyên xwe yên berê û xweserbûna xwe hîna li ser piyane. Taxên herî qerebalix yên bajêrin û her wiha aliyê xizan lê dijî. Gelê taxan bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Şêniyên taxê li dijî pirsgirêkên civakî-aborî têdikoşin.   Çopa li taxan   Çopa li taxê mirovan nerehet dike. Konteynirên çopan tune ne û ji ber vê jî çop hemû li erdê ne. Şêniyên taxê diyar kirin ku gelek caran ji bo çareseriyê daxwaz kirine lê ev daxwaza wan hîna nehatiye cih.   Li taxan kontrol tuneye   Jineke ku çopa xwe davêt ji mîkrofonên me re axivî û diyar kir ku ji ber konteynir tuneye çopa xwe avêjin erdê. Her wiha şêniyekî taxê di şertên ne hîjyen de li mala xwe qesabiyê dike û bîhna wê li derdorê belav dibe. Ev şênî karê xwe li baxçeyê malê dike û ev jî nîşan dide ku li taxê kontrolek nayê kirin.   Riyên xerabe û bi ax...   Her wiha rê ne ewle û di kolanên teng de wesayît bil ez derbas dibinû ev jî jiyana zarok û gelê taxê dike rîskê. Rê xerabene û bi ax in. Rewşa xaniyên li taxê jî nebaşin û lehiyeke biçûk de xanî bi navê de dimînin.   ‘Ji ber xerabûna rê wesayît li sewalên me diqelibin’   Jina bi navê Mulkiye Garbur da zanîn ku ji ber pirsgirêka çopê zehmetiyan dikşînin û got: “Em dibêjin riyên me xerabene. Lê kes guh nade me. Em hinek aramiyê dixazin. Em wek xizmetkarane. Ez kolana xwe paqij dikim. Ez ber mala xwe paqij dikim.  Riyên me hemû xerabene. Zarokên me van riyan de diçin tên. Wesayît li sewalên me diqelibin.”   ‘Di xaniyên ber mala me de bi kamyonan çop heye’   Jina bi navê Besîme ya 32 sale li Ben û Senê dijî jî wiha vegot: “Kes taxa me paqij nake. Çopê hilnadin. Di xaniyê li ber mala de bi kamyonan çop heye. Bila bên vî xanî hilweşînin û paqij bikin. Ji ber çopê her der mêşin. Bîhnek nebaş heye. Riyên me hemû xerabe ne.”   Jina bi navê Enîse Kaya jî bertek nîşan da û got: “Li taxê zarokên me dikevin riya nebaş.Taxa me êdî nabe. Bila vê taxa me baş bikin. Riyan çêbikin. Em kal û pîrin. Divê taxa me paqij be.   Azîze Kurtarici jî diyar kir ku divê bi şaredariyan re bi piştevaniyê pirsgirêkên taxê bên çareseririn û wiha dawî lê anî: “Bila alîkariya me bikin. em gel wê bibin hevkar û bi wan re çareser bikin. Ji ber çopê mişk dertên. Bîhnek nebaş heye. Mirov şaredariyan berpirs dibînin lê şaredarî jî têr nake. Divê em bibin yek bi hev re taxa xwe paqij bikin.”