Li Rezanê zarokek du roj in winda ye 2025-09-15 13:01:05     AMED -Ji Betul Kurt a 16 salî ku du roj berê li navçeya Rezanê ji bo çûyîna bazarê ji malê derketibû, tu aahî nayê girtin.   Hat diyarkirin ku Betul Kurt a 16 salî du roj in li navçeya Rezan a Amed winda ye. Li gorî agahiyên ji  malbata wê hatin girtin, Betul Kurt ji bo çûyîna bazarê ji malê derketiye, mifteyek bi xwe re biriye û ji wê demê ve winda bûye.   Herwiha malbata Betul Kur diyar kir ku dibe keça wan hatibe revandin.