Li Rojhilatê Kurdistanê zextên li ser jinan zêde dibin 2025-09-17 15:43:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Hate ragihandin ku dewleta Îranê zextên xwe yên li ser jinên li Rojhilatê Kurdistanê zêde kirine.   Li gorî daxuyaniya Rêxistina Parastina Mafên Mirovan a Hanayê, di 16’ê Îlonê de jina bi navê Nehye Rehîmî ya 71 salî û di serhildana ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ de zaroka wê hatiye qetilkirin, li Sineyê ji aliyê hêzên îstixbaratê ve bêyî biryareke fermî hatiye binçavkirin.   Hate ragihandin ku Nehye Rehîmî bi saetan bi lêpirsînê re rû bi rû maye û gef lê hatiye xwarin ku beşdarî tu çalakiyên bîranînê nebe.   Her wiha di heman rojê de çar aktîvîstên jin yên bi navê Sîmîn Çayçî, Fatme Zendkerîmî, Merziye Murad Weysî û Sewsen Razanî li bajarê Sineyê ji aliyê hêzên îstixbaratê ve hatiye xwestin ku werin îfadeyê bidin. Hate diyarkirin ku gef li jinên ku derheqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, hatiye xwarin.