Li yurda KYK’ê xwendekar jehrî bûn: Xwendekarek di beşa giran de ye 2025-09-19 18:15:23   ŞIRNEX - Li Yuda Xwedekarên Keç a Cezerî ya li Şirnexê 8 xwendekar ji ber xwarinên li yurdê jehrî bûn. Di encama jehrîbûnê de xwendekarek ji ser hişê xwe çû û serê wê li zemîna hişk ket û rakirina beşa giran.   Li Yurda Xwendekarên Keç a Cezerî ya Saziyên yurd û Krediyê (KYK) ya li Şirnexê ku di Kampusa Mehmet Emîn Acar a Zanîngeha Şirnexê   de ye, 8 xwendekar piştî xwarinê jehrî bûn. 6 xwendekar bi abmulansan rakirin nexweşxaneyê. Xwendekarek ji ber jehrîbûnê serê wê li zemîna hişk ket û rakirin beşa giran.  Îro jî du xwendekar rakirin nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku dermankirina xwendekaran didome û hat diyarkirin ku dibe ku hejmara xwendekaran jehrî bûne zêde bibin.