Qirkirina daran a li Gabarê didome 2025-09-19 21:05:13   ŞIRNEX – Berovajî daxuyaniya Walîtiya Şirnexê ya wekê ‘birîna daran hat rawestandin’, li herêmê qirkirina daran bê navber didome.   Li Herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê 5 sale qirkirina xwezayê didome. Her roj talan li qadek nû têkirin. Talana xwezayê di bin navê ‘lêgerîna petrolê’ de tê meşandin û bi hezaran hat hatin birîn. Qadê daristanê hatin tunekirin.   Di dîmenên nû hatine kişandin de derket holê ku bi dehan dar hatine birîn, li qadê hatine komkirin û rêzkirin. Piştre jî li TIR’an hatine barkirin û ji navenda bajar tên derxistin.   Balkêşe ku serê TIR’an hatine girtin. Li aliyê din Walîtiyê daxuyandibû ku birîna daran hatiye rawestandin.