ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2025'AN 2025-09-25 09:00:00     * Dayikên Aştiyê diyar kirin ku wan bedelên mezin dane û gotin werin em bi hev re aştiyê ava bikin. Dayikên Aştiyê her wiha destnîşan kirin ku ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şertên azad de li meclîsê bibînin. DÎMEN HEYE   * Xebatkara Komeleya Sînemaya Rojhilata Navîn Sîdar Aslan der barê 9’emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmed de axivî û got: "Mîhrîcana pêk tê girîng e. Ji ber sînemavan derfetên ku fîlmên xwe nîşan bidin bidest dixin. Mafê jinan, mafê wekheviyê, binpêkirinan dikin mijar. Fîlm peyamên watedar didin.”  BI DÎMEN    *Jinên destvala ji bazarê vedigerin diyar kirin ku he rtişt bihaye û nikarin sebze û fêkî bigirin. Jinan gotin yên herî zêde ji krîzê bandor dibin jin in. BI DÎMEN   *JNNNEWS a ku bi dirûşma ‘bi pênûsa jinê li ser şopa heqîqetê’ dest bi weşanê kir ket sala 8’an.