Navê israra heqîqetê: Gurbetellî Ersoz 2025-10-08 09:02:33       Rozerîn Gultekîn   AMED- Siyasetmedar Gultan Kişanak di 28’emîn salvegera Gurbertelî Ersoz ku 7’ê cotmeha 1997’an de jiyana xwe ji dest da, de axivî. Gultan Kişanak a bi Gurbetellî Ersoz re xebat meşand wiha got: “Ji dil bi girîngiya çapemeniya azad bawer dikir. Gurbetellî li dijî hemû hilweşîn û tundiya şer şopdara heqîqetê bû. Şîroveya wê kûr, fikrên wê fireh û pratîka wê xurt bû.”   Gurbetellî ku bi nêrîna jinê pêşengiya dîroka çapemeniya azad kir, bi jiyan û têkoşîna xwe her tim bû dengê jinan û civakê. Gurbetellî Ersoz di rojnameya Ozgur Gundem ya di 26’ê Nîsana 1993’yan de bi dirûşmeya "Rastî di tariyê de namînin" de dest bi weşanê kir de, dest bi xebatê kir û bû gerînendeya giştî. Gurbetellî Ersoz ku bi gotina ‘çapemeniyê rastî binivîsiya wê îro ewqas mirov nemiribana’ girîngiya çapemeniyê anî ziman di 7’ê cotmeha 1997’an de jiyana xwe ji dest da.   Siyasetmedar Gultan Kişanak ku bi Gurbetellî Ersoz re xebat meşandibû, Gurbetellî Ersoz vegot.   ‘Ji dil bi girîngiya çapemeniya azad bawer dikir’    Gultan Kişanan pêvajoya ku Gubetellî Ersoz nas kiriye û hevaltiya bi wê re vegot û da zanîn ku Gubetellî Ersoz ji dil bi girîngiya çapemeniya azad bawer dikir. Gultan Kişanak wiha got: “Rojnameya Ozgur Gundemê di 31’ê Gulana 1992’an de dest bi weşandê kir. Ji ber zextan 15’ê Çileyê 1993’yan de navber dayê. Vê navberê de kardroyê xwe xurt kir, civîn hatin kirin û bi gelek kesî re hevdîtin kirin. Gurbetellî Ersoz jî tevli kadoryê bû. Min di asta amadekariyê de ew nas kir. Bi daxwaz û kelecanek mezin karê xwe kir. Ji dil bi girîngiya çapemeniya azad bawer dikir. Piştî amadekariya sê mehan şûnde ronameyê di 26’ê Nîsana 1993’yan de bi manşeta ‘ji nûve merhaba’ dest bi weşanê kir. 10’ê Kanûnê de bi awayekî hevdem bi ser buroyan de girtin. Em hatin binçavkirin. Em 15 rojan di bin çavande man. Gubetellî û berpirsê îdarî Alî Riza Halîs hatin girtin.”   ‘Bi piralî û bi kûrahî dinihêrt’   Gultan Kişanak di berdewamiyê de anî ziman ku Gubetellî hevaleke ku bi piralî û bi kûrahî dinihêrt û got: “Bi dîsîplîn, baldar û karê xwe baş dikir. Rojnameya rojane karekî zehmet e. Helek ku di wan salan de mirov bi derfetên teknolojîk û demê re têdikoşiyan. Wek niha weşangeriya dîjîtal tunebû. Divê çapa wê demê di dema xwe de bihata kirin û bigihişta çapê. Di serî de Gurbetellî û Ferda ekîbê karê xwe baş dimeşand û em ji bin wî karî radibûn. Hevala Gurbetellî hevalek piralî û kûr difikirî bû.”   Riya rojnamegeriya jinê vekir   Gultan Kişanak di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Di dema ku tenê di rûpela sêyemîn de cih didan jinan, me wek Ozgur Gundemê derbarê nûçegîhaniya jinê de xebat meşand. Wan salan de nûçegîhaniya jinê tunebû. Di nûçeyan de nivîsan de nêzîkatiyên zayendperest, zimanê rexnegir li hember tevgerên femînîst hebû. Lê hewldana guhertina vê jî tunebû. Dema gerînendetiya Gubetellî de em ketin hewldaneke ‘em nûçeyên jinê çêbikin’. Di rojnameyê de pêvajoyeke ku jin wek kirdeya polîtîk bê dîtin û nêrînên wan jî bên girtin, ji zimanê zayendperest bê paqijkirin hat destpêkirin.”   ‘Şîroveya wê kûr, pratîka wê xurt bû’   Gultan Kişanak destnîşan kir ku Gurbetellî Ersoz girîngî dida gîhandina rojnamegerên jin û ev tişt anî ziman: “Di van mijaran de xesasiyeta Gubetellî pir mezin bû. Di mijara wekhevî û azadiya jinê de, hewldanek tayget nîşan dida. Ji bo gîhandina rojnamegerên jin, dîtina keda wan, seknek wê ya zelal hebû. Şîroveya wê ya kûr, pratîka wê ya xurt hebû. Fikrên wê fireh bûn.”   Gultan Kişanak der barê xelatên rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersoz de jî wiha got: “Berfirehbûna rojnamegeriya jinê bi rastî serbilindiyek mezin e. Di guherîna civakî, avabûna rayagişî de cihekî gelek girîng digire. Gubetellî 32 sal berê bi nêrîna jinê çêkirina nûçeyan da destpêkirin û ev îro veguheriye ekoleke rojnamegeriya jinê ya mezin. Ev merasîma xelatê jî wê bibe wesîleya karên hîn serkeftîtir. Ez rojnamegerên jin pîroz dikim û serkeftinê dixwazim.”