Rezan li benda xizmeta şaredariyê ye 2025-10-15 09:02:32     Gulistan Gulmuş – Pelşîn Çetînkaya   AMED - Polîtîkayên şerê taybet û pirsgirêkên li taxên navçeya Rezan tên jiyîn bandorek mezin li ser civakê dike û şaredariyê li dijî vê hîna çareseriyek mayînde pêk neaniye.   Navçeya Rezan ku navenda bajarê Amedê de cih digire, rihê berwedana û çanda piştevaniyê dihewîne. Lê polîtÎkayên şerê taybet û polîtîkayên eewlehiyê bandorek mezin li ser jiyana gel dike. Şêniyên taxê ku li aliyekî jiyana kevneşopî didomînin li aliyê din jî di bin dagirkeriyeke ku polîtîkayê şerê taybet di asta herî jor de pêk tîne dijîn. Tevî van pirsgirêkan hîna çareseriyeke mayînde pêk nehatiye.   Ji bo em nêrînên gel bigirin em çûn taxê. Li Baglar Saglik Ocagi her roj bazar tê avakirin û welatî her roj her ji bo dan û standinê tên wir, her roj qelebalixe. Tevî kolan tengin jî esnafan berhemên xwe beramberê hev avêtine derve û raxistine.   Riyên kolanan xerabene û çop heye. Konteynirên çopê li her taxê tuneye. Ji ber vê bîhneke nebaş li derdorê belav dibe. Seransrê rê pirsgirêk hene. Kolan tengin xanî hemû bi hev ve hatine çêkirin. Zarok li kolanan dilîzin.   ‘Em bi şev ranazin’   Zarok, jin û esnafan bi mereq bala me kişandin û fêmkirin ku em nûçegîhan in. Piştre şêniyên taxê ji mîkrofonên me re axivîn. Em jinên li kolaneke teng em dîtin, diyar kirin ku ew ji ber pirsgirêkên li taxê bi gazincin û bi şev nikarin razên.   ‘Her tişt tê firotin’   Li taxeke din jinekê çawa em dîtin axivî got: “Ez li vir hatime dinê mezin bûme. Ev tax berê xweş bû. Cîrantî xweş bû. Niha li vir her tişt tê firotin. Em dibînin lê em bêdeng dimînin. Çopa me nayê girtin. Nayê paqijkirin. Şaredarî rojê sê cara paqij dike lê têr nake. Divê ev pirsgirêk bên çareseririn.”   Li taxeke din avahiyek wek kavil bala me dikşîne. Di avahiyê çop û gelek made hene. Li tenişta wê jî esnafekî sebze difroşe heye. Kavil nava taxê de ye lê tu tedbîr tuneye. Her kes bi rehetî dikare biçe hundir û derkeve. Seranserê rojê tenê me xebatkarekî şaredariyê li kolanê dît.   Li goristanê kanî tuneye   Em berê xwe didin Yenîkoyê. Her kes li ser gora xizmê xwe dua dikin. Li goristana ku ji qadek mezin pêk tê kanî hema hema tuneye. Mirov ji bo avê bînin di dora kaniyê de disekinin.    Piştî çavdêrî û nêrînên gel, em bi hevşaredara Rezan Leyla Ayaz re axivîn.   ‘Hilweşîna avahiyên vala wê bidome’   Leyla Ayaz da zanîn ku jin ji avahiyên vala gelek bi gazincin û got: “Em van avahiyan tespît dikin û bi derftên xwe hewl didin van avahiyan hilweşînin. Bêguman pêvajoya wan ya hiqûqî heye. Ji ber xwediyên wan avahiyan ew der terk kirine û çûne. Divê em wan bibînin, tespît bikin. Ev jî demê digire. Em ê hilweşîndina avahiyên vala bidomînin.”   Leyla Ayaz balkişand ser bikaranîna tiryakê jî û got sedema vê polîtîkayên şerê taybete û got wê ji butçeya 2026’an ji sedî 10 ji xebatên têkoşîna li dijî tiryakê veqetînin.   ‘Me kavilek dewr girt’   Leyla Ayaz daxuyakirin ku di mijara paqijiyê de jî gelek serlêdan tên û got: “Yek ji serlêdanên herî zêde tê kirin paqijiye. Em roja hatine me ev got. Me kavilek dewr girt. Me ji qeyûman kavilek dewr girt. Belkî hemû qeyûman  nelêrêtî kir lê ya Rezan ji nelêrêtiyê hat girtin. Ji ber vê em niha nikarin gelek projeyên xwe ji ber vê bikin jiyanê. Li cihên konteynirên çopê tune ne, xebatkarên me diçin bi wesayîtên biçûk çopê digirin. Xebatên me yên hişmendiyê jî didomin. Havînê ji ber germê bîhna nebaş belav dibû. Vê rê li ber nexweşiyan û bakteriyan vedikir. Di vê mijarê de xebatên me didomin.”