'Divê komîsyon hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike' 2025-10-16 14:29:20   ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan anî ziman ku ew di pêvajoyeke dîrokî de ne û got, "Komîsyon neçar e ku formulekê peyda bike ku Abdullah Ocalan karibe nêrînên xwe ji komîsyonê re ragihîne."   Berdevka Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li ser bûyerên di rojevê de ne li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê lidar xist.   Ayşegul Dogan anî ziman ku Tirkiye ji bo çareseriya aştiayne û demokratîk a pirsgirêka Kurd di demeke dîrokî de derbas dibe û got, "Me got, em vê meseleyê bi hev re çareser bikin û bi ser bikevin. Gavên ku di nava vê demê de ahtin avêtin bêguman ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û mayindebûna aştiyê gelekî girîng in. Ev yek destketiyên gelekî hêja ne. Me her qonax ji bo çareseriya demokratîk a meseleya Kurd, avakirina aştiya civakî û mafên demokratîk weke derfeteke gelekî hêja dît. Mijara ku em li ser diaxivin gelekî hesas e. Em qala jiyana mirovan dikin. Gava em dibêjin meseleyeke kûr e, mebesta me ev e. Em qala rewşa şer dikin ku bi salan e dewam dike. Em qala wê dikin ku bêhn bê ber me hemûyan. Ji destpêkê ve me hewl dan ku nêzîkatiyeke hevgirtî nîşan bidin. Ji destpêkê ve me hewl da ku yên cihêkariyê dikin hişyar bikin. Me got, 'Nekin, li ser vê mijara hesas hesabên berjewendî û ranta siyasî nekin'."   Berdevka DEM Partiyê banga berpirsyariyê li hemû partiyên siyasî, parêzvanên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê kir û got, "Ev yek ne tenê berpirsyariya DEM Partiyê ye. Em kevneşopiyeke siyasî ne ku ji bo meseleya demokrasiya Tirkiyeyê li refên herî pêş têdikoşin. Lê belê divê em zêde bibin û dengê xwe hîn bi bilindî bînin ziman. Li hemberî nijadperestî, nefretê divê em dengê xwe bilind bikin. Em bi rengekî xurt têbikoşin. Hinek hene ku li ser dijberiya pêvajoyê hesaban dikin. Rexnekirina pêvajoyê tiştekî cuda ye. Ji xwe em jî rexneyê li pêvajoyê dikin. Rexneyên me jî hene. Em rexneyên xwe jî timî dibêjin. Em dibêjin, 'Birêxistinkirin dikarîbû hinekî cuda bûya, komîsyonê dikarîbû ewqasî dem bi guhdarîkirinê derbas nekiribûya, heta niha dikarîbû hevdîtin bi Birêz Ocalan re bikira, dikarîbû civakî bikira, hîn bi wêrekî dikarîbû tevbigere, gavên hîn bi wêrek dikarîbû biavêta' û hîn jî em van daxwazan tînin ziman. Ev rexne û fikarên me yên hevpar in. Lê em zanin ku hinek hene bi rengekî kategorîk li ber pêvajoyê radibin. Em bi koka vê yekê jî zanin." Ayşegul Dogan destnîşan kir ku wê bi hev re li dijî nijadperestiyê têbikoşin, li dijî sûcê nefretê têbikoşin.   Berdevka DEM Partiyê got, "Binihêrin mejiyekî ku hewl dide ji mirinê rantê bi dest bixe, doh xwe li ser kursiya Meclîsê nîşan da. Xwe li bin siya partiyeke siyasî nîşan da. Eşkere bû. Bi zimanê Serokê Giştî yê ÎYÎ partî xuya kir ku êrîşî partiya me, bi milyonan mirovên ku partiya me wan temsîl dike û nirxên wan kir. Xwe ji xwînê, mirinê, dijminatiyê xwedî dikin û ditirsin. Heyfa wan. Çima ditirsin? Ji ber ku zanin ber bi sergoyê dîrokê ve diçin. Partiyên siyasî yên ku xwe ji xwînê, mirinê, dijminatiyê xwedî dikin, navê wan jî namîne. Ji ber vê yekê, yên ku vê dibînin xwe dilebitîne, dema wan qediya ye. Lê belê ev yek hewldana wan a dawî ye. Gotinên vî kesî ne tenê li hemberî partiya me ye, li hemberî her kesên daxwaza demokrasî, wekhevî û jiyana bi rûmet dike. Divê bi vî rengî bê dîtin, bê fêhmkirin û bersiv jê re bê dayin."   Ayşegul Dogan destnîşan kir ku komîsyon neçar e formulekê bibîne ku Rêber Apo karibe nêrînên xwe ji komîsyonê re ragihîne û got, "Ji ber ku komîsyon di heman demê de ji vê berpirsyar e. Ji ber ku komîsyon dixwaze şer bi dawî bike. Birêz Ocalan ne tenê rêberê damezrîner e, di heman demê de hêza damezrîner a çareseriya demokratîk û aştiyê ye. Ji kerema xwe bila biçin pê re biaxivin bê çima hêza damezrîner e. Bila demê bi Tirkiyeyê nedin windakirin. Divê kesek bi Tirkiyeyê demê nede windakirin. Welatparêzî, hezkirina ji welêt ev e. Ne nijadperestî ye, ne zimanê nefretê ye."