Ji bo Rojîn Kabaîş bang kirin: Gumanbaran bibînin 2025-10-16 15:45:21   AMED - Piştî meşa ku ji bo Rojîn Kabaîş hat lidaxistin şûnde, xwişka wê Elîf Kabaîş axivî û bang kir ku divê gumanbarê xwişka wê bên dîtin.   Ji bo ronîkirina mirina biguman a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê, li Amedê meş hat lidarxistin. Endamên malbata Rojîn Kabaîşê, partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên jinan û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tevli meşê bûn. Girseya li pêşiya avahiya Qeymeqamtiya Rezanê kom bû, ber bi Goristana Yenîkoyê ve meşiyan û pankarta ‘Bibe dengê Rojînê’, ‘em bi hev re xurtin, ji bo Rojînê li virin’ vekirin. Bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘maf, hiqûq, edalet’ hatin berzkirin.   ‘Întîxar nekir’   Piştî meşê axaftin hatin kirin. Hevala Rojîn Kabaîş Cemîle Eray axivî û bertek nîşanê îdiayên întîxarê kir û got: “Xeyalên Rojînê hebûn, keseke ku ji jiyanê hez dikir bû. Zanîngeh qezenc kir û ji bo zanîngehê çû wir. Gotin întîxare. Lê em dizanin ku Rojînê întîxar nekiriye, hatiye qetilkirin.” Cemîle Eray, helbesta ku ji bo Rojîn Kabaîş nivîsîbû xwend. Piştre Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen axivî û balkişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê û da zanîn ku hemû kesên ku serê dosyayê digirin divê li ber darazê hesab bidin.   ‘Bila edalet pêk bê’   Xwişka Rojîn Kabaîş, Elîf Kabaîş jî da zanîn ku divê berpirs bên darizandin û got: “Me salek berê xwişka min xist bin axê. Agirê wê roj bi roj mezin bû. Waliyê Wanê û rektor ketin ambulansê û gotint keça we întîxar kiriye. Rektor ket odeya otopsiyê. Çi karê te di odeya otopsiyê de heye. Hûn çi vedişêrin. Rapora DNA’yê 9 mehan veşartin. Çima veşartin? Yên ketin odeya otopsiyê, yên gotin întîxar kiriye, yên kamera girtin bila bên darizandin. Hemû kesên ku xeyalên xwişka min tune kirin bila bên darizandin. Bila edalet pêk bê. Êdî bes e.” Piştî axaftinan qurnefîl danîn ser gora Rojîn Kabaîş û çalakî bi dirûşmaya ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.