Abdullah Ocalan ji Konferansa Dayikên Aştiyê re peyam şand 2025-10-18 11:41:48   AMED - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji konferansa Meclîsa Dayikên Aştiyê re şand û got: "Helbet wek dayik cihên we di berxwedana me de bênîqaş e. Lê belê, ez di vê giringî û baweriyê de me ku divê ew qalibên jinbûn û dayikbûnê ku civaka kevneşopî ferz dike bên binpêkirin. Hûn divê li rex nasnameya xwe a dayikbûnê heman demê de nasnameya jina azad û bi hişmendiya xwe re têkoşîn bikin."   Piştî 12 salan, Meclîsa Dayikên Aştiyê dê di 18-19'ê Cotmehê de li Navenda Çand û Kongreyê ya ÇandAmed a li Amedê bi dirûşma "Dayik pêşengên civakek demokratîk û aştiyeke mayînde ne" 3'yemîn konferansa xwe li dar dixe. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek ji konferansa Meclîsa Dayikên Aştiyê re şand   Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha ye:    "Min, herî zêde ji dayika xwe hîn bû rastiya jiyanê, sebrê lê herî zêde jî sekna rast ya serbilind.    Ez li Dayikên Aştiyê ku xwediyê vê sekna serbilind û rûmet in silav dikim û ji bo konferansa we serkeftinê dixwazim.   Jin çawa bixwaze divê wiha bijî lê divê cesareta wan a ji jiyaneke azad re jî hebe. Min rêzgirtina xwe ya ji bo jinan li ser prensîba 'Divê azadî bi ramanê dest pê bike' ava kiriye.   Hûn wek Dayikên Aştiyê yên ku parastina jiyanê û berxwedana aştiyê di qadên herî pêş de ne, we her wext di tekoşîna azadî û aştiya me de di qadên herî pêş de cih girt. Helbet wek dayik cihên we di berxwedana me de bênîqaş e. Lê belê, ez di vê giringî û baweriyê de me ku divê ew qalibên jinbûn û dayikbûnê ku civaka kevneşopî ferz dike bên binpêkirin. Hûn divê li rex nasnameya xwe a dayikbûnê heman demê de nasnameya jina azad û bi hişmendiya xwe re têkoşîn bikin. Ev erdnîgariya ku yekem car civaka dayiksalar lê derketiye di heman demê de cihê nakokî û pirsgirêkên civakî yê yekem lê derketine holê ye. Kolekirina jinê û kolekirina civakê bi hev re dimeşe. Berevajiyê fikra ku tê zanîn kolebûn ne bi derketina dewletbûnê lê bi kolekirina jinan dest pê kiriye.   Ev nakokî û pirsgirêkên civakî ku qewimîne çavkaniya pirsgirêkên ku îro em dijîn pêk tînin. Rêya derketina ji vê pirsgirêkê bi hev re avakirina jiyaneke komunal û demokratik e.   Banga me ya ji bo aştî û civakeke demokratik ku me 27'ê  Sibatê de dest pê kir, erk û berpirsyariyekê li ser tevgera jinan û dayikên aştiyê bar dike. Serdemeke nû dest pê dike.   Rêxistinkirina jiyaneke sosyalîst li ser bingeha pergala komunala demokratîk dê bi aştiyê pêkan be. Li ser vî esasî ez hemû Dayikên Aştiyê silav dikim û di xebatên wan de serkeftinê dixwazim."