ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2024'AN 2025-10-19 09:00:00     *Jin ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û pêkhatina mafê hêviyê dadikevin qadan û dengê xwe bilind dikin û dibêjin: “Em azadiya serokatiya xwe dixwazin. Wek her tim îro jî em ne şer aştiyê diparêzin.” BI DÎMEN    *Endama Komîsyona Koçberiyê ya ÎHD’ê Ayten Kiran da zanîn ku hem ji derve hem ji hundir koçberî her diçe giran dibe û got: “Li Rojhilata Navîn ji ber şer, xizanî û betaliyê mirov ji axa xwe dur dikevin. Bêguman mexdurên herî mezin yê koçberiyê jin û zarok in. Jinên penaber ber bi fuhuş û zarok jî ber bi sûc ve dibin.”DÎMEN HEYE