Konferansa Dayikên Aştiyê di roja duyem de ye 2025-10-19 11:07:38     AMED - Konferansa Dayikên Aştiyê di roja xwe ya duyemîn de bi govend û tilîliyan berdewam dike.   Piştî 12 salan, Meclîsa Dayikên Aştiyê sêyemîn konferansa xwe li Navenda Kongre û Çandê ya ÇandAmed a li Amed, bi dirûşmeya "Dayik pêşengên civaka demokratîk û aştiyek mayînde ne" li dar dixe. Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, hevşaredar û rêxistinê navçe û bajaran, DBP, parlamenterên DEM Partiyê tevli konferansê bûn.    Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Dayikên Aştiyê yên jiyana xwe ji dest dane û jinên hatine qetilkirin û flamayên TJA'yê di konferansê de hatin daliqandin.    Konferansa Dayikên Aştiyê di roja xwe ya duyemîn de bi govend û tilîliyan û bi dirûşma "Bijî Serok Apo" berdewam dike.   Konferans bi nîqaşan berdewam dike û encamname dê di dawiya nîqaşan de were ragihandin.