Pêşengeha pirtûkan di roja 3yemîn de berdewam dike 2025-10-20 16:40:49   AMED - 9'emîn pêşengeha pirtûkan a Amedê di roja 3'yemîn de bi eleqeyek mezin berdewam dike.   9'emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê bi hevkariya YEW-KURD, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, DTSO û TUYAP Fûarcilikê li Navenda Fuara Mezopotamyayê di roja sêyemîn de didome. Gelê Amedê eleqeyek mezin nîşanî pirtûkan dan. Piranî jî xwendevanên dibistan û zanîngehê eleqe nîşanî standên pirtûkan didin. Pêşengeha ku neh rojan berdewam bike.