Zêdeyî 520 kesî daxwaza rawestandina cezayê darvekirinê kirin 2025-10-21 13:47:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Zêdeyî 520 kesayetan ku parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedar jî di nav de ne, bi daxuyaniyeke hevpar bang li rejîma Îranê kirin ku cezayê darvekirinê rawestîne.   Zêdetirî 520 kesayetên siyasî û parêzvanên mafên mirov li seranserî cîhanê li dijî cezayên darvekirinê yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyek hevbeş dan.   Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ji dema Mesûd Pizîşkiyan bûyî serokkomarê Îranê ve zêdetirî hezar û 800 kes li Îranê hatine darvekirin. Her wiha hatiye gotin ku her sê saetan carek kesek tê darvekirin, ji serê salê ve jî 38 jin hatine darvekirin.   Di dewamê de hatiye gotin ku niha zêdetirî 50 girtiyên siyasî ku sê ji wan jinin (Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî) metirsiya darvekirinê li ser wan hene û ji aliyê dadgehê ve rê bi darvekirina wan hatiye dayîn.   Di beşek din a daxuyaniya hevbeş de hatiye gotin: “Îran dixwaze dîroka sala 1988’an dubare bike ku dawî li jiyana 30 hezar girtiyên siyasî anîbû. Em daxwaz dikin ku demildest cezayên darvekirinê yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi taybetî jî darvekirina girtiyên siyasî bên bidawîkirin.”   Her wiha daxwaz hatiye kirin ku Neteweyên Yekbûyî, Komîsyona Bilind a Mafên Mirov û rêxistinên navdewletî ji bo cezakirina kesên ku destê wan di binpêkirinên mafên mirov de hene bi lez pêngavan bavêjin.