'Bêyî jinan Sûriyeyeke demokratîk ava nabe' 2025-10-22 13:35:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbiya diyar kir ku jin dengê aştî û azadiyê ne û bêyî beşdariya çalak a jinan Sûriyeyeke demokratîk ava nabe.   Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Tebqayê çalakiyek li pêşiya avahiya xwe ya li bajarê Tebqayê li dar xist. Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, Weqfa Jinên Azadî, Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û endamên kombûnê beşdar bûn.    Di çalakiyê de ji rêveberên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Tebqayê Necah El Hisên axivî û got: "Dengê jinan dengê aştiyê ye. Beşdarbûna çalak a jinan nebe, Sûriyeya nû ava nabe. Silav ji giyanê şehîda aştiyê Hevrîn Xelef û tevahî jinên sûriyeyî re ku ji bo welatekî adilane û demokratîk têdikoşin."   Piştre 5 deqe rêz ji bo cangoriyên azadî û aştiyê hat girtin.   Ev çalakî di çarçoveya pêngava "Bi hevgirtina jinan em ê Sûriyeyeke azad, demokratîk û nenavendî ava bikin" de hat lidarxistin. Pêngavê di 12’ê Cotmehê de bi daxuyaniyeke hevbeş a Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya dest pê kiribû.   Armanca pêngav ku li gorî 3 qonaxan hatiye birêxistinkirin, bi beşdariya jinan avakirina Sûriyeyeke pirrengî, demokratîk û nenavendî ye.