'Heta ku em aştiyê bînin Kurdistanê em ê nesekinin' 2025-10-28 11:38:47   AMED - Endama MEBYA-DER'ê Muhsîne Aslan derbarê biryara vekişîna hêzên Tevgera Azadiya Kurd de diyar kir ku divê dewlet gavên samîmî û zelal bavêje û got, "Em ê dengê xwe ji bo aştiyê bilind bikin û em ê heta ku em aştiyê neynin Kurdistanê nesekinin."   Tevgera Azadiya Kurd di daxuyaniyek dîrokî de ku rojek berê weşand, destpêkirina vekişîna hêzên xwe ragihand. Ev gav li bajarên Kurdan, bi taybetî li Amed û li qada navneteweyî deng veda. Her çend raya giştî, rêxistinên civaka sivîl û înîsiyatîfên aştiyê bi hêviyê pêşwazî li pêvajoyê kirin jî hemû çav li gavên berbiçav ên ku dewlet dê bavêje bûn. Mijara herî zêde hat niqaşkirin piştî biryara vekişînê ev bû ku hikûmet dê çawa bersivê bide vê gavê û pêşeroja pêvajoya aştiyê dê çawa were biteşekirin.   Di vê çarçoveyê de, endama Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Yekîtî û Çandê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER)  Muhsîne Aslan li ser pêvajoyê şîrove kir.   'Werin em aştî û azadiya xweşik bînin welatê xwe'   Muhsîne Aslan diyar kir ku ew biryara vekişîna Tevgera Azadiya Kurd pêşwazî dikin, lê divê dewlet jî helwesta xwe zelal bike. "Werin em aştî û azadiyê bînin welatê xwe, Kurdistanê. Werin em Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xwe re bibînin. Werin em girtiyên xwe yên di zindanê de û gerîlayên li çiyayan di nav me de bibînin, di nav aştî, azadî û demokrasiyê de bijîn. Gerîla bi pêvajoyek pir dijwar re rû bi rû ye."   'Barê herî mezin li ser milê Rêber û gerîlayan e'   Muhsîne Aslan, bal kişand ser giraniya berpirsiyariya ku gerîla û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildigirin û got: "Barê herî mezin her tim li ser milê Rêberê me û gerîlayan e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tiştê ku di destê wî de bû kiriye û hîn jî dike. Bi heman awayî, hevalên me yên gerîla erkên xwe pêk tînin."   'Divê dewlet ji bo aştiyê gavên rast û zelal bavêje'   Muhsîne Aslan diyar kir ku dewletê heta niha gavên berbiçav neavêtine û hêviyên xwe ji bo pêvajoyê anî ziman. "Heta niha gav nehatine avêtin û hikûmet hîn jî gavan navêje. Ji bo aştiyê divê gavên rast, zelal û bilez werin avêtin, Hikûmet dibêje 'em ê aştiyê bînin', lê ew her roj êrîşî Rojava dikin, sivîl û gerîlayan hedef digirin. Ev êrîş bi tevahî nayên qebûlkirin; em ê wan qebûl nekin heta ku em hebin. Em vî şerê qirêj naxwazin. Em aştiyê dixwazin. Em ê heta dawiya jiyana xwe aştiyê biparêzin, em dibêjin aştî, aştî. Em ê her gav li ser şopa şehîd û Rêberê xwe bin. Rêberê me çi bêje rast e û ev ji bo me ya herî girîng e. Şehîdên me ne tenê li ser axa me ne, ew di dilê me de ne; ew ê heta dawiyê di dilê me de bin."   'Ew bi zimanê me yê zikmakî henekên xwe dikin'   Muhsîne Aslan bûyerên li civînên komîsyona parlementoyê bi bîr xist û bi van gotinan bertek nîşanî helwesta li hember zimanê zikmakî da: "Li Parlementoyê komîsyonek hatiye avakirin. Di hevdîtina Dayikên Aştiyê yên bi komîsyonê re, ew bi zimanê me yê dayikê Kurdî axivîn, lê wan ew red kir. Li wir zimanê me qedexe kirin. Paşê, endamên komîsyonê hatin Amed û bi zimanê me, Kurdî, axivîn. Bi vî rengî, ew henekê xwe bi hebûna me, bi zimanê me dikin. Em qet nayên xapandin. Zimanê me dê her tim hebe."   'Divê komîsyon bi Rêberê me re hevdîtinê bike'   Muhsîne Aslan, girîngiya têkiliya rasterast bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tekez kir û destnîşan kir ku divê dewlet ciddî nêzî pêvajoyê bibe. Muhsîne Aslan got, "Ji ber ku komîsyonek heye, berê digotin, 'Divê Rêbertî were Enqerê û biaxive.' Ger ew bi rastî samîmî bin, divê komîsyon biçe cem Rêberê me û pê re hevdîtinê bike. Gerîlayên li çiya û xizmên me yên li girtîgehan divê di nav me de bin. Divê ji bo wan komîsyonek demokratîk û yasayî were avakirin. Divê dewlet pir zû bersiva gerîla bide."   'Gelê Kurd êdî nikare were xapandin'   Muhsîne Aslan pêvajoya aştiyê ya di navbera salên 2013 û 2015'an de bi bîr xist û diyar kir ku niha raya giştî hişyartir e û wiha got: "Wan gelek caran hewl da ku Kurdan bixapînin, lê divê ew bizanin ku êdî nikarin me bixapînin. Berê hewl didan ku bi rêya olê me bixapînin.  Heta zarokên me jî heta yên 10 û 12 salî jî hişyar in; ew pêvajoyê fam dikin û dikarin siyasetê bikin."   'Em hem di şer de û hem jî di aştiyê de zelal in'   Muhsîne Aslan, bal kişand ser helwesta dewletê û zirara ku li xwezayê tê kirin û wiha domand: "Em ê bibînin ka hikûmet dê di vê pêvajoyê de çiqas zelal be. Gelo aştî dê were an na? Ger ew samîmî bin, em ê her gav zelal bin. Em hem di şer de û hem jî di aştiyê de zelal in, di her kiryarek ku em dikin de zelal in. Lê hikûmet ranaweste; her roj çiya û daristanên me bombebaran dike, darên me dibirin. Wekî din, darên birîn didizin û difiroşin. Piştre qereqol û rêyan çêdikin dikin."   'Em nasekinin heta ku em aştiyê bînin Kurdistanê'   Muhsîne Aslan biryardariya xwe dubare kir û got, "Em li ser televîzyonê temaşe dikin û dibînin; şer hîn ji hêla dewletê ve nehatiye rawestandin. Şer berdewam dike. Em hemû vê dizanin û dibînin. Em bi tevahî vê yekê qebûl nakin. Em ê serê xwe bilind bikin û dengê xwe li dijî vê yekê bilind bikin. Em ê nesekinin. Em ê nesekinin heta ku em aştiyê bînin Kurdistanê."   'Banga min ji bo gel û jinan'   Muhsîne Aslan bang li gel û jinan jî kir û wiha bi dawî kir," Banga me ji bo hemû dayikan, jin û bi tevahî gelê Kurd e. Di vê pêvajoyê de divê her kes rabe ser piyan û em dengê xwe bilind bikin. Ji bo ku em aştiyeke mayînde û bi rûmet bînin welatê xwe Kurdistanê."