‘Gelê Dîlovasi terkî mirinê tê kirin’ 2025-11-26 09:05:38   STENBOL - Dildara Meclîsa ÎSÎG’ê Asli Odman, der barê komkujiya li Dîlovasi hatiye kirin de axivî û got atoleyeya tijekirina parfumê di plana îmarê de wek kargeha sanayiyê nayê dîtin û ruhsata wê tune ye. Asli Odman got sala 2025’an sala têkoşîna li dijî karkeriya zarokan îlan kirine. Lê em vê salê wek sala têkoşîn ali dijî karkeriya zarokan îlan dikin.   Li navçeya Dîlovasiyê ya Kocaeliyê di 8’ê Mijdarê de di şewata febrîqeya Ravîve Kozmetîkê de sê jê zarok 6 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. 7 kes jî birîndar bûn. Serdozgeriya Komarê ya Gebzeyê têkildarî şewatê di 8’ê Mijdarê de lêpirsîn da destpêkirin û 11 kes hatin binçavkirin. Ji van 7 kes hatin girtin. Dildara Meclîsa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) Asli Odman  komujiya li Dîlovasi hatiye, sedemên cînayetên kar yên demên dawî  zêde bûne de axivî.   ‘Wek sanayî nayê dîtin’   Asli Odman diyar kir ku atoleyeya tijekirina parfumê ya Ravîve Kozmeetîk di plana îmarê de wek kargeriya sanayiyê nayê dîtin û ruhsata wê tune ye. Asli Odman wiha dirêjî dayê: “Em nizanin ku ruhsata fabrîqeya şewitiye çawa hatiye girtin. Xebatkar jin in, formen jî patron û mêr in. Karkerên jin ji bo alîkariyên malbatên xwe  dixebitin. Di vir de binpêkirina sê alî heye. Ya ewil ji ser ciwanan, ya duyemîn ji ser jinan ya sêyemîn jî ji ser koçberan tê meşandin.”   ‘Dîlovasi veguheriye cihê mirina hêdî’   Asli Odman ev tişt vegot: “Li Tirkiyeyê cînayetên kar zêde bûne. Ciwan, jin penaber di binpêkirineke kûr de tên xebitandin.  Dîlovasi veguheriye cihê mirinê. Li ser hev herêmên sanayiya organîze tên vekirin. Baskên kar yên divê neyên gel hev li wir in. Hemû gel terkî mirinê hatiye kirin. Gel bi birçîbûnê terbiye dikin. Li cihekî ku bedena karker neyê parastin ekosîstem jî nayê parastin. Li Tirkiyeyê qada xebatê veguheriye qada şer. Sedema vê jî kêmasiyên sererastikirinên hiqûqî ne.”   ‘Komkujiyek zayenda civakî ye’   Asli Odman balkişand ser Qanûna ÎSÎG’ê wiha vegot: “Di qanûnê de her kêlî hatiye fikirîn. Ji 40’î zêdetir rêzikname û xal hene. Lê qanûn pêk nayê. Bêbikaranîn jî nayê şopandin. Mijar ne mevzuate, mijar pergala kapîtalîst e. Me wek meclîsa ÎSÎG’ê di salekê de cînayetên kar yên xwe gîhandinê ji sedî 6 jin tespît kiriye. Dema xebata jinan neyê dîtin, mirina wan jî nayê dîtin .Komkujiya pêk hatiye jî ya zayenda civakiye. Îsal bi aweyekî fermî wek sala malbatê hat îlankirin. Lê em vê salên wek sala têkoşîn ali dijî karkeriya zarokan îlan dikin. Daxwaza me di vî alî de ye.”