ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2025'AN 2025-11-29 09:00:00     *Endama Komîteya Navenda TOP’ê Dîdar Gul der barê ku CHP di heyeta çûye Îmraliyê de cih negirtiye axivî û got AKP û MHP ji polîtîkaya tenêhiştina tevgera siyasî ya Kurd re xizmetê dike û got: “Li dijî vê polîtîkaya tenêhiştinê divê têkoşîna yekbûyî ya civakî a demokrasiyê bê hûnandin. Ev berpirsyariyek e.” DÎMEN HEYE    * Xizmên girtiyan diyar kirin ku tahliyeya girtiyên siyasî bi hincetên kêfî tên taloqkirin û wiha gotin: “Em dixwazin zarokên xwe bibînin. Yekane daxwaza me ev e. Em aştiyê dixwazin. Bila girtî bên berdan, zarokên me nemirin.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka DEM Partî ya Stenbolê Arîfe Çinar, ji bo hevdîtina gel ya wê di 30’yê Mijdarê de li Kolana Demokrasiyê ya Sancaktepe bi dirûşmeya ‘em ji bo nanê xwe tên gel hev’ pêk bê banga tevlibûnê kir.  DÎMEN HEYE