ROJEVA 02'YÊ KANÛNA 2025'AN 2025-12-02 09:00:00     * Xelkê ku dixwest bajarê xwe bi rê ve bibin, bi êrişan rê rûbirû man. Piştî êrişan qedexeyên derketina derve hatin îlankirin. Di ser de 9 sal derbas bû. Tevî hemû êrişan gotina "Çi dibe bila bibe, dawî wê bi heybet be" ya Ciyageran, bû sembol û di dîroka Gelê Kurd e cih girt.     *Jinan, diyar kirin ku ji ber krîza aborî ew nekarîne amadekariyên zivistanê bikin, anîn ziman ku hêza wan a kirînê daketiye sifirê û ew nikarin bigihîjin xwirekên bingehîn. Jinan bang li hikûmetê jî kirin û gotin "Mûçe kêm e, lêçûn û kirê zêde ne. Dengê welatiyan bibihîzin!" DÎMEN HEYE