Derbarê Neslihan Şedal de biryara beratê 2025-12-05 13:59:30   WAN - Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal di dozê de beraet kir.   Ji ber axaftina di 15'ê Sibatê ya Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal, ku şûna wê qeyûmek hat tayinkirin de bi tohmeta "gel bi eşkereyî ji bo nefret û dijminatiyê teşwîq kiriye" doz hatibû vekirin. Doz li Dadgeha Asliyeya Ceza ya 10'emîn a Wanê hate dîtin. Neslihan Şedal beşdarî danişînê nebû, lê parêzerên wê li salona dadgehê amade bûn.   Di dema danişînê de, delîlên di dosyeya dozê de ji nû ve hatin nirxandin û hate ragihandin ku kêmasiyên di dosyeya dozê de hatine sererastkirin. Dadgehê Neslihan Şedal bi hinceta ku kiryara îdiakirî "sûc pêk neaniye" beraet kir.