Li dijî MESEM’ê daxuyanî: Di salekê de 85 zarokî jiyana xwe ji dest dan 2025-12-05 18:46:43   AMED - Şaxên Egitim Sen ên Amedê, ji bo balê bikşînin ser binpêkirinên mafan ên li Navendên Perwerdehiya Pîşeyî (MESEM), li pêşiya Rêveberiya Perwerdehiya Neteweyî ya Bajarê Amedê daxuyanî dan.   Di daxuyaniya ku tê de pankarta "MESEM bila bên girtin, dawî li karkerîya zarokan" hat vekirin, Hevseroka Şaxa 1. a Egitim Senê Saliha Zorlu diyar kir ku di sala dawî de 85 zarokên karker di "sûcên kar" de jiyana xwe ji dest dane û 17 ji wan xwendekarên MESEM’ê bûn.   Saliha Zorlu bibîr xist ku zarok ji derveyî dema kar a asayî tên xebitandin, rastî şert û mercên giran tên û hin xwendekar ji ber zextên ku dijîn ber bi xwekuştinê ve beralî dike, û got ku MESEM veguheriye pergaleke "îstîsmara karkeriya zarokan" ku li gorî hewcedariya sermayeyê hatiye sazkirin.   Saliha Zorlu banga girtina bi tevahî ya MESEM’ê û ji holê rakirina karkeriya zarokan di her alî de kir.Saliha Zorlu daxwaz kir ku ji bo perwerdehiya giştî û bi qalîte budçe were veqetandin, mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî were naskirin, li dibistanan xwarineke bedava were dayîn û hemû sûcên kar û gendeliyên têkildarî MESEMê bi awayekî bibandor bên lêkolînkirin.   Saliha Zorlu wiha got: "Ciwanên ku di protestoya MESEMê de hatine girtin divê demildest werin berdan. Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê were naskirin," û bi van gotinan daxuyaniya xwe qedand:"Hemû sûcên kar, birîndarbûn û gendeliyên MESEM’ê yên heta niha qewimîne divê bi awayekî bibandor werin vekolîn û berpirsiyar bên cezakirin."