Li Yozgatê tundiya mêr 2025-12-10 18:14:42   YOZGAT - Li navçeya Çekerek a Yozgatê gumanbar Yasîn B. bi alava birînê êrîşê Ayşenur B kir û bi giranî birîndar kir.   Li navçeya Çekerek a Yozgatê Yasîn B.  bi alava birînê êrîşê Ayşenur B. ya ku pê re di asta destberdanê de bû kir û bi giranî birîndar kir. Bûyer roja duşemê li gundê Bazlambaç pêk hat.   Ekîbên hatin cihê bûyerê piştî mudaxaleya ewil Ayşenur B rakirin nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku rewşa wê girane. Der barê bûyerê de lêpirsîn didome.