Koordînasyona Jinan a MSDˊê plansaziya 2026’an pêşkêş kir 2025-12-21 20:59:29   NAVENDA NÛÇEYNA - Koordînasyona Jinan a MSDˊê di civîna xwe ya salê de plansaziya xwe ya 2026ˊan pêşkêş kir. Koordînasyonê di plansaziyê de bal kişand ser xurtkirina têkiliyan, damezrandina toreke jinan a Sûriyeyê, aktîvkirina peywendiyê bi înîsiyatîfên jinan re û destpêkirina diyalogan di navbera jinên ji Sûriyeyî de.   Koordînasyona Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi amadebûna hevseroka MSDˊê Leyla Qereman, endamên Koordînasyona Jinan, nûnerên ji partiyên siyasî civîna xwe ya salê li hola MSDˊê ya Hesekê li dar xist.   Di destpêka civînê de hevseroka MSDˊê Leyla Qereman axivî. Leyla diyar kir ku "Li pêş me qonaxeke nû heye, di vê qonaxê de guhertina hevsengiyên navneteweyî li gel parastina yek blokî heye.   Leyla Qereman da zanîn ku ji bo avakirina destûreke ku mafên Sûriyeyiyan ên sivîlane û demokrasî biparêze pêwîstî bi yekitiya Sûriyeyiyan û hêzên siyasî heye. Ji bo wê jî şertê bingehîn ê jinûve avakirina dewletê nenavendîbûn e û divê jin di hemû warên avakirinê de beşdarek aktîv be.   Leyla Qereman  anî ziman ku divê sala 2026ˊan bibe sala aramî û beşdariya rasteqîn a tevahî pêkhateyan li gel xurtkirina hevgirtina jinan û ciwanan ji bo avakirina eniya demokrasî ku bikaribin guhertina armanckirî pêk bînin.   Beşdaran jî destnîşan kir ku hîna piştî hilweşîna rejîma Baasˊê Sûriye di rewşa kaosê de ye, li şûna guhertina rasteqîn, komkujî, sûcên qetilkirin û talankirinê çêbûn.Beşdaran diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hewla ber bi avakirina dewleteke demokratîk a pirreng de yên herî cidî ne û ji bo misogeriya ewlehî û aramiyê divê bendên peymana 10ˊê Adarê bi cih werin.Bi rêya zoomê jî nûnera MSDˊê ya li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Sînem Mihemed axivî.   Piştî axaftinan rapora salê hat xwendin. Civîn bi plansaziya ji 3 mijarên sereke bi dawî bû û wiha ye:   Nivîsgeha jinan:   jiyan di aliyên siyasî û civakî de, berfirehkirina amadebûna wan di navendên biryardanê de.   Xurtkirina   Avakirina toreke jinan a Sûriyeyê ya berfireh bi rêya atolyeyên siyasî yên der barê danûstandin û analîzên siyasî û destûrê de.   Xurtkirina têkiliyan û gihandina hejmarek mezin a jinan bi rêya damezrandina toreke Sûriyeyê, komxebata giştî ya jinan, kampanyaya ragihandinê ya dîjîtal bi sernavê "Dengê te siyasî ye".   Avakirina platformên înteraktîfî (hevkarî) ya peywendiyê bi rêya medyaya dîjîtal ji bo pevguherîna pisporiyn jinan û siyasî.   Nivîsgeha ragihandinê:   xurtkirina rola jinan bi rêya çêkirina diyalogên ragihandinê û hevdîtinên bi jinên bandorker re.   Pêşxistina lêkolînan û gotarên analîzî yên der barê paşguhkirin û temsîlkirina siyasî û yasayî.   Derxistina raporên periyodîk ji bo şopandina rewşa beşdariya siyasî û civakî.   Şopandina çalakiyên nivîsgeha jinan, alîgirî û bandorkirina li ser siyasetên giştî, xurtkirina têkiliyan bi rêxistinên navneteweyî û herêmî re.   Nivîsgeha jinên ciwan:   Gihandina kesayetên ciwan ku bikaribin beşdarî xebata siyasî bin.   Peywendiya bi jinên ciwan re di hundir û derveyî Sûriyeyê de.   Perwerdekirina jinên ciwan ji bo erkdarkirina wan di cihên fermandariyê yên di nava sazûmaniya rêxistinî de li gorî hewcedariyên qonaxê.